Smiley face
sorani
Smiley face

Mûsil: Taxa Neft’ê hate rizgar kirin

2017-03-13 10:42:55
Fermandariya operasyona ‘ Wa Em Hatin Ey Nînowa’ ragihand ku hêzên Iraqî, taxa Neftê (Petrol) ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkiriye.



 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serê vê sibê fermandariya operasyona ‘Wa Em Hatin Ey Nînowa’ têkildarî operasyona rizgarkirina Rojavayê Mûsilê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Serê vê sibê taxa Neftê ya Mûsilê ya ku dikeve aliyê Rojavayê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate rizgar kirin û niha hêzên me ber bi taxa ‘Malên Karmendan’ ve diçin.”

 

Operasyona rizgarkirina Musilê di qonaxa sêyem de ye û di roja 17’ê Cotmehê 2016’an de destpêkiribû. Li gorî daxuyaniya odeya çalakiyên şer tenê ji sedî 20’an ya xaka Mûsil dibin destê çeteyên DAIŞ’ê de maye û ji sedî 80’an xaka Mûsilê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye destxistin.

(mk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin