Smiley face
sorani
Smiley face

Ji seda 20’ê xaka Mûsil di destê DAIŞ’ê de maye

2017-03-12 14:05:20
 Odeya çalakiyan ya şerê Mûsilê ragihand ku niha tenê ji seda 20’ê xaka Mûsil di destê çeteyên DAIŞ’ê deye.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Odeya çalakiyan ya şerê Mûsil nexşeyek ya bajarê Mûsil ya cihên rizgarkirî û yên di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de belav kir. Li gorî nexşeyê ji sedê 20’ê xaka Mûsil di destê çeteyan de maye û ji seda 80’ê bajarê Mûsil ji hatiye rizgarkirin.

 

 

Operasyona wa hatin Nînova ya rizgarkirina Mûsil di qonaxa xwe ya sêyem de dewam dike. Di vê qonaxê de dest bi rizgarkirina rojavayê Mûsil kirine. Operasyona rizgarkirina Mûsil di 17’ê Cotmehê de bi rizgarkirina rojhilatê Mûsil despêkiriye û niha bi giştî ji çeteyan hatiye paqij kirin. Niha di astek normal de jiyan vegeriyaye rojhilatê Mûsilê.

 


 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin