Smiley face
sorani
Smiley face

'Amadekariyên rizgarkirina rojavayê Mûsil temam bûne'

2017-02-15 12:37:07
Fermandariya Dij-Terorê ya Iraqê, ragihand ku hêzên Iraqê hemû amadekariyên xwe yên ji bo destpêkirina rizgarkirina rojavayê Mûsil temam kirine û got: “Êdî şêwazên şerê DAIŞ’ê eşkere bûne.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandarê Hêzên Dij-Terorê ya Iraqê Ebdulxeynî Esedî ji ajansa nûçeyan a Sumeriye re ragihand ku hemû amadekariyên hêzên hevbeş yên Iraqê, yên ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê temam bûne.

 

Her wiha Esedî got: “Hêzên me yên hevbeş yên Polîsên Federal, Dij-Teror, Heşdî el Şeebî û pêkhateyên din yên leşkerên Iraqê  hemû amadekariyên xwe yên operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê temam kirine û li benda biryara Heyder Ebadî ne ku destpêbikin.”

 

Herî dawî Esedî ev gotinkir: “Şêwaza şerkirin û rû bi rû mayina bi çeteyên DAIŞ’ê re eşkere bû. Berî niha bi riya ragihandinê di gotin ‘me li hember hêzên Iraqê çekên kîmyayî bikar aniye’. Lê evane bê bingehe û ne raste.”

 

Berî niha ji Fermadariya operasyona Mûsil  ragihandibû ku hemû amadekariyên hêzên wan ji bo despêkirina operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê temam bûne û li benda biryara Heyder Ebadî ne û di heman demê de ji Serokê giştî hêzên leşkeriye ji.

 

(rk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin