Smiley face
sorani
Smiley face

Dibistanên Mexmûr ketin betlana havînê

2018-05-17 11:11:57
Dibistanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya Hevînê.


 

 

MEXMUR / ROJNEWS

 

Îro di seat 8˸30’an de bi hezaran xwendekarên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)ji bo girtina karnên xwe yên dawiya salê çûn dibistanên xwe.

 

Li wargehê 5 dibistanên Dayîkê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û yek ji dibistana Amadeyî bi hevre ketin betlana Havînê. Pîştî ku mamosta û xwendekar li dibistanên xwe kom bûn, beriya hertîştî bi deqeyek rêzgirtin merasîm hat destpêkirin axaftina vekirinê ji aliyê mamosta Xelîl Bîlen ve hat kirin û bi siroda neteweyî ‘Ey Reqîb’ hat xwendin . Her wiha xelatên yekemîntiyê  ji aliyê mamostayan ve hatin dayîna  xwendekarên serkeftî.

 

Xelîl Bîlen bal kişande ser pêvajoya perwerdê li Mexmûrê û wiha got: “Perwerdeya Mexmûrê di nav perwerdeyên Rojhilata Navîn de weke filêzekê herdem xwe nû dike. Hûn xwendekar nifşê nûne. Xwendekarên bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin dibe, em di wê baweriyê de ne wê xwendekarê herî pêşketîbin.”

 

 

Di dawiyê de jî xwendekaran karmeneyên xwe girtin û dibistan ketin betlaneya werza Havînê de.

 

 

 

 

 

(ep-hr/rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin