Smiley face
sorani
Smiley face

‘Bi tevlîbûna nava PKK’ê vegeriyam Kurdbûyîna xwe’

2018-05-17 10:49:19
Gerîlayê HPG’ê Simko Serhildan yê ji navçeya Çemçemal a Başûrê Kurdistanê beşdarê nava refên gerîla bûye ji bo beşdarbûyîna xwe wiha dibêje; “ Ez cardin vegeriyam Kurdbûyîna xwe” û bang li ciwanên Başûr kir ku tevlî nav refên PKK’ê bibin.


 

 

GULAN AVRÊL/ ROJNEWS

 

Ciwanên Kurd roj bi roj tevlî nafa refên gerîlayên PKK’ê dibin. Bi taybet ji Başûrê Kurdistanê rêjeya tevlîbûna nava PKK’ê her roj zêdetir dibe. Yek ji ciwanên Başûrê yê ku tevlî nava refên PKK’ê bûyî Simko Serhildan diyarkir ku piştî ku tevlî nava refên PKK’ê bû carek din vegeriya Kurdbûyîna xwe.

 

Gerîla Simko li ser tevlîbûna xwe nav refên gerîlayên PKK’ê axivî û got; “Jiyana hevalan gelek bala min dikişand, weke ku ez ji nû de jidayîk bûme, jiyana PKK û yê cîvakê gelek ferq û cudahiya xwe heye. Ruhê hevaltiyê gelek bala min kêşandi bû. Ji bo mirovan gelek xweş tê, gava ku ez jî beşdar bûm, nêzîkatiyê hevalan li hember hev, fedekartî, kar û xebatên wan bala min kêşandi bû. Birastî jî jiyanek ewqasî xweş bû ku mirovan mezin dike.”

 

Simko di dewama axaftinên xwe de behsa jiyana nava PKK’ê kir û got; “Ji bo jiyanek rast û durist, dijî bindestî û koledarî yê ye. Li vir jiyanek rast tê jiyan kirin. Ez bi xwe jî bi dilxwazî tevlê nava refên PKK bûm. Gava ku mirov rastiya xwe nas bike û bizanibe, li kuderê dibe bila bibe wê demê mirov nikare pişta xwe bidê û biçê. Pêwîst dike ku mirov tevlî berxwedanî û tevlî vê têkoşînê bibe. Ferqa tu parçeyek ya Kurdistanê nîne. Em Kurdin ji ber vê sedemê jî Kurdek li kuderê dibe, bila vê rastiyê baş bizane û li gor wê jiyan bike.”

 

‘Tevgera PKK na şibe tu tevgeran’

 

Gerîla li ser nû tevlîbuna xwe ya nava refên PKK’ê jî k'ir û got; “Gava ez nû beşdar bûm min tu tiştek ne dizanî, bi jiyan kirinê re min fêm kir ku ez gelek rastiya nizanim,  her ku ez fêm dikim weke ku ez ji nûde dayîk dibim. Pergal kesayetên ez ezî ava dike, tenê ji bo berjewendiyên xwe jiyan dikin, ji bo vê jî ji çand, civak û rastiya xwe dûr dikevin.  Sedemê beşdarbûna min û hilbijartina min ya PKK jî jiyana wan ya rast, ked dayîn û ruhê wan yê berxwedaniyê bû. Ne weke di pergalê de şeklî û her tişt ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Ji bo min jî PKK ne weke tevgerên din yên di Başûr de bûn. Tevahî hizbên di Başûr de hene ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin, tu eleqedarbûyîna wan bi civakê re nîne, tu kar û xebat ji bo civak û netewa xwe nakin. Xwe li ser gel didin jiyan kirin, her tiştê wan ji bo malbat, eşîr û navê wane. Her çiqasî nava gel de hesandina vê rastiyê hebe jî lê gelek kême. Tevgera PKK’ê ne weke tu tevgerane, mirovan bawer dike, hêz dide mirovan, li ser esasê ku mirov bi çand, nasname û hebûna xwe jiyan bike dide jiyan kirin. Di Başûr de her tişt li ser bijavtina mirovan pêş dikeve, dûr ketina li çanda xwe avadibe. Gava ez hatim nava jiyana PKK’ê her tişt ji bo min ji nû de destpêkir. Cardin li ser Kurdbûyîna xwe jiyan kirin û bi vê awayî tevgerandin pêşket.”

 

‘Bila hemû ciwanên Başûr tevlî gerîlayan bibin’

 

Herî dawî gerîla Simko bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir daku tevlî nava refên gerîlayên PKK’ê bibin û got; “Ez ji bo gelê me yê Başûr dibêjim êdî bese, heya kengê ji bo hikûmetê, hizibtiyê kar bikin. Bila êdî her kes ji bo xwe, Kurdbûyîna xwe û ji bo mirovatiya xwe kar bike. Di Başûrê Kurdistanê de hêdî hêdî Kurdbûyîn diçe, pêwîste herkes vê baş bizane. Ciwan û gel gelek tê xapandin. Bila tevahî ciwanên Başûr beşdarê nava PKK’ê bibin, xwe nas bikin, jiyana rast jiyan bikin, êdî li hember dagikirinê, bijavtinê serî rakin. Ne tenê ciwanên Kurd her kes pêwîste li hember bindestiyê serî rake û têkoşîn bide meşandin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin