Smiley face
sorani
Smiley face

Jinek û hevserê xwe di yek kebabxaneyê de kar dikin

2018-05-17 10:02:23
Zêdetirê 5 salane li Hewreman jinek û hevserê xwe kebabxaneyek vekirine û dibêjin ku di kar de hevdû temam dikin. Jin jî dibêje; “Heya niha ti astengiyek ji bo min çênebûye.”


 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HEWREMAN

 

Jin û zilamek ku hevserên hevin li Hawreman bi armanca nehiştina cûdahiya di navbera jin û zilam de, ji bo peydakirina debara jiyana xwe li nav Hewreman kebabxaneyek vekirine û bi hev re têde kar dikin.

 

Destpêka sala 2012’ê li cihek biçûk ê seyrangeha Wezenêy herêma Hewraman jin û zilemk bi navê Hena û Luqman kebabxaneyek vekirin. Geştiyarên ku diçin Hewreman berê xwe didin vê kebabxaneyê.

 

Hena Osman li ser karê xwe yê di kebabxaneyê de wiha got; “Ji destpêka heya niha ti astengiyek ji bo min çênebûye. Ez niha ji bo gelek jinên din jî bûme sedemek ku ew jî derkevin derve û kar bikin. Du zarokên min hene û ez demek taybet ji bo perwerdeya wan jî didim. Li herêma me her ji kevin de di navbera karê zilam û jinan de ti cûdahiyek nîne.”

 

 

Luqman Hewramî jî diyar kir ku ew pir keyfxweşe rojane li gel hevsera xwe kar dike û wiha got; “Dema rojek hevsera min neyê kebabxaneyê, ez zehmetî dikişînim. Lê dema hazir be, ez hemû karên nava kebabxaneyê bê kêmanî pêk tînim.”

 

 

Luqman Hewramî wiha jî got; “Divê ewên ku heya niha rê nadin hevserên wan kar bikin, rojek serdana me bikin û wê demê dê ji vê biryara xwe vegerin. Wê bibînin ku jin jî xwedî hêz û fikrek taybete. Nabe astengî ji bo bê çêkirin.”

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin