Smiley face
sorani
Smiley face

Meleyan komkujiya li Filistînê şermezar kirin

2018-05-17 09:47:28
Meleyan diyarkirin ku Qudus ya hemû olan û sembola aştî û bi hevre jiyan kirinê ye û komkujiya li Filistînê şermezar kirin.


 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Piştî ku Amerîkayê li Qudus sefaretxaneya xwe vekir, bi hezaran Filistînî rabûn ser piyan û xwepêşandan lidar xistin. Hêzên Îsraîlî êrîşê xwepêşandêran kirin. Di encama êrîşê de 58 welatî hatin kuştin. Herwiha zêdetirî 2 hezar kes jî birîndar bûn. Hema li hemû devera cîhanê gel li hemberî vê komkujiyê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Meleyên Başûrê Kurdistanê jî komkujiyê şermezar kirin û divê barê de ji RojNews re axivîn.

 

Mela Nadir Elî ku yek ji melayên bajarê Silêmaniyê ye, komkujiyê şermezar kir û wiha axivî; “Ketina Kehbê hêsantire ji dilopa xwîna mirovek birije. Qudus ya hemû olane. Sembola aştî û bihevre jiyanê ye. Tenê di dema hezretî Omer de Qudus  mizgefta hemû olan bû.”

 

 

Mele Saman Sengawî jî li ser heman mijarê axivî. Sengawî xemginiya xwe anî ziman û êrîşên hêzên Îsraîlê li ser welatiyên sivîl şermezar kir. Sengawî di dewama axaftina xwe de balkêşa ser komkujiya dewleta Tirk ya li ser Efrînê û got; “Dema ku Erdoganê terorîst êrîş bir ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê, Filistîniyan helwestek li hemberî vê yekê nîşan neda. Tu caran gelê Kurd nebûye hevalê zilm û zordariyê. Gelê Kurd hertim li dijî vê yekê rawestaye.”

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin