Smiley face
sorani
Smiley face

Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet bi dawî bû

2018-05-10 18:36:24
 Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdana taybet ku îro di saet 07:00'an de destpêkirî bû, di saet 18:00'an de bi dawî bû.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê îro saet 07.00’ê sibehê qonaxa yekemîn ya dengdana ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê destpê kir. Di qonaxa yekemîn de karmendên ewlekariyê, fermandar, karmendên ser bi wezareta navxweyî, pêşmerge û erkdarên girtîgehan û girtiyan deng dan.

 

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê dengdana taybet ku îro di saet 07:00'an de destpêkirî bû, di saet 18:00'an de bi dawî bû.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku kesên ku ji ber kêmbûna demê nekarîn dengê xwe bidin, dikarin di roja hilbijartinên giştî de deng bidin.

 

Heya niha rêjaya giştî ya beşdarbûna hilbijartinên taybet nehatiye eşkere kirin.

 

Di hilbijartinên qonaxa yekemîn de, mafê 943 hezar kesî hebû ku dengê xwe bikar bînin ku zêdeyê 179 hezar  ji vana dikevin Herêma Kurdistanê. Sedî 95’ê vana jî karta dengdanê bi kar tînin.

 

Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hezar û 79 navend ji bo dengdanê hatiye diyar kirin. Ji vana jî 99 navendên dengdanê li Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin ev jî dike 525 odayên hilbijartinê.

 

Îro di heman demê de welatiyên Iraqê yên li derveyî Iraqê dijîn li 19 welatên biyanî diçin ser sindoqan û wê ev hilbijartina li derveyî welat du roj berdewam bike.

 

Roja 12’ê Gulanê jî wê hilbijartinên giştî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê destpê bike.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin