Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Başûr: Tirkiye dixwaze karesata Şengalê dûbare bike

2018-03-22 11:57:12
Jinên Başûrê Kurdistanê daxwaza derxistina baregeh û navendên dewleta Tirk ji ser xaka Başûr dikin û gotin ku ev baregeh cihê metirsiyê ne û dixwazin tişta li Efrîn, Şengal û Mexmûr rû da, dûbare bikin.


 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh û navendên leşkerên Tirk hene û ev jî metirsiyê li ser Herêma Kurdistanê çêdikin. Bi vê boneyê herdû jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistanê Sara Reza û Jiyan Seîd ji ajansa me re axivîn, bal kişandine ser metirsiyên dewleta Tirk.

 

Çalakvana jin bi navê Sara Reza got ku divê li Başûr xebat bê kirin ku baregeh û navendên dewleta Tirk bên derxistin û got; “Divê helwesta me li hemberî hebe. Tişta li Efrînê kirin li Başûr dûbare dikin. Tişta li Şengal û Mexmûr kirin, li hemberî Efrînê jî kirin. Piştre wê li hemberî Hewlêr, Qendîl û Silêmanî jî bikin.”

 

 

Sara Reza wiha jî got; “Ji gelê Başûrê Kurdistanê daxwaz dikim ku boykota malê Tirkî bikin û seferên ji bo Tirkiyê nekin. Ji hemû gel daxwaz dikin, bi taybetî ewên nêzî baregeh û navendên Tirkiyê nêzin, biçine ber baregehên wan ku neçar bikin ku topbaran û komkujiyên xwe yên dijî Efrînê rawestînin.”

 

Her wiha nivîskar, helbestvan û çalakvana jin Jiyan Seîd jî wiha got; “Weke Kurdistanî divê dijî baregeh û navendên Tirkiyê helwesta me hebe. Hebûna van baregehan metirsiya li ser Kurdistanê ye.”

 

 

Jiyan Seîd axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ne dûre ku tişta li Efrînê di qewime, li Şengalê dûbare bibe. Yan li navçe, an bajarek din ê Kurdistanê rû bide. Ji bo wê jî, divê desthilatdar çavên xwe vekin, li hemberî baregeh û navendên artêşa Tirk helwest nîşan bidin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin