Smiley face
sorani
Smiley face

Ji rewşenbîr û rojnamegerên Kerkûk daxwaza kongreya netewî

2018-03-22 10:47:26
Rojnameger û rewşenbîrên Kerkûkê diyar kirin ku ji bo çareseriya rewşa niha Kurd têde dijîn, lidar xistina kongreya netewî giringe û divê ji bo kongreya netewî li ser hizban zextan zêde bikin.


 

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Êrîşên dewleta dagirker a Tirk her diçe li ser Kurdan zêde dibin û li hemberî van êrîşan daxwaz û banga welatî û pêkhateyên cûda ji bo tifaqa Kurdan dewam dike. Li ser mijarê rojnameger Omer Xerîb û rewşenbîr Elî Qelay ên Kerkûkê ji ajansa me re axivîn.

 

Rewşenbîr Elî Qelayî yê ji bajarê Kerkûkê diyar kir ku Kurdan di rewşek hesas re derbas dibe û wiha domand; “Du mehin li Efrînê dijî hêzên şovenîst berxwedanek tê meşandin. Divê ji bo serkeftina gelê Kurd em hemû di eniyên berxwedanê de cih bigirin. Erkê niha yê rewşenbîrane ku hemû bi hev re kom bibin, li ser hizib û aliyên siyasî ji bo lidar xistina kongreya netewî zextek cidî çêbikin.”

 

 

Elî Qelay diyar kir ku kongreya netewî wê hemû pirsgirêkên Kurdan çareser bike û got; “Kongreya netewî mijarek pir giringe. Ji ber ku bi lidar xistina kongreya netewî wê hemû pirsgirêkên netewî çareser bibin. Ger rewşenbîr li ser her xalekê xwedî fikrek cûda bin jî, divê xala wan a hevbeş lidar xistina kongreya netewî a Kurdistanê be. Daxwaz dikim rewşenbîr bi erka xwe ya dîrokaî rabin. Ger wiha nebe, wê dîrok rehmê bi kesê neke.”

 

Her wiha rojnameger Omer Xerîb jî der barê heman mijarê de got; “Yekane gava giring ku niha pêwîste gav ji bo bavêjin, ew jî kongreya netewî ye. Ez di pirsim çima kongreya netewî ya Kurdistanê nayê lidar xistin? Kî astgenle li pêşiyê? Di niha de kongreya netewî gava herî baş û guncawe. Dikare bibe bersiv ji bo hemû êrîşên li ser gelê Kurd li parçeyên din jî.”

 

 

Omer Xerîb axaftina xwee wiha bi dawî kir; “Gelê me li Efrînê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Divê weke rewşenbîr û kesayetên rojnameger bi erkê xweyê exlaqî rabin û zext çêbikin. Êdî parçebûna nav mala Kurd bese. Divê rewşenbîr li ser aliyên ku naxwazin kongreya netewî bê lidarxistin, zêdetir zextê li ser çêbikin ku bêne ser xeta eniya gel. Divê bi rola xwe ya giring rabin û nabe em li hemberî vê rewşê bêdeng bibin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin