Smiley face
sorani
Smiley face

Hunermend Çopî û Deşnê banga yekîtiyê li Kurdan dikin

2018-03-22 10:33:19
Hunermend Çopî Fetah ku weke helwestek li dijî dewleta Tirk a dagirker cilê gerîlayên YJA Starê li xwe kiribû û Deşnê Murad jî bi cil û bergên gelêrî yên Kurdî tevlî Newroza Qendîl bûbûn bang li hunermendan kirin ku li hemberî dagirkeran bibin yek û gotin ger niha ji bo Efrînê nebin yek, wê sibe Hewlêr û Silêmanî jî bi heman tiştê re rû bi rû bimîne.


 

 

QENDÎL/ROJNEWS

 

 

Duh di pîrozkirina Cejna Newroza Qendîlê de hunermend Çopî Fetah û Deşnê Murad derketin ser dikê û Newroz pîroz kirin, li ser êrîşên dagirkeriya li ser Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

 

Hunermend Çopî Fehat got ku weke hunermendên herçar parçeyên Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê li berxwedana Efrînê dikin û wiha domand; “Her çendî di hemû deman de dijminên Kurdan hebûne jî, belê em bi yekgirtina xwe dikarin dijî dijminan serbikevin. Ji bo wê jî hunermend dikarin di hemû demê de bibin xwedî helwest. Bi taybetî niha ku demek pir hesase.”

 

 

Her wiha hunermend Deşnê Murad jî li ser heman mijarê wiha got; “Ger em niha ji bo Efrînê  nebin yek , wê sibe heman dagirkerî li Hewlêr, Silêmanî û tevahî bajarên din jî rû bide. Ji bo wê jî divê hunermend û siyasetmedar yek bigirin. Wê kes nekare me bişkêne.”

 

 

(sk)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin