Smiley face
sorani
Smiley face

Li Şengalê xebatên tomarkirina navê hilbijêran destpê kir

2018-03-17 15:12:43
Li Şengalê ji bo hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê xebatên tomarkirina navê hilbijêran destpê kir û wê heya 28'ê adarê berdewam bike.


 

 

ARGEŞ ŞENGALÎ/ŞENGAL

 

 

Xebatên hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê ku biryare di meha Gulanê de bê kirin li Şengalê destpê kir. Xebatên tomarkirina hilbijêrên li herêma Şengalê ev 8 rojin destpêkiriye û wê heya 28’ê mehê li Şengalê berdewam bike.

 

Ji bo hilbijêrek bikare dengê xwe di hilbijartinê de bikar bîne divê li cihê ku lê niştecihe serlêdana cihên nav tomarkirinê bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi nasnameya şexsî û forma erzaq heye. Her wiha dema çûn wir jî wêneyên wî yanjî wê têkişandin û mohra deh tilî jî têxwestin. Ev xebat jî niha li navenda bajaroka Sinûnê ya ser bi Şengalê tê meşandin.

 

Cih û dîrokên ku nav lê tên tomarkirin wiha ye;

 

Borik: În 16-03-2018

Borik: Çarşem 21-03-2018  

Borik: Pênşemê 22-03-2018

Dihola: 17-03-2018

Digorê: Yekşem 18-03-2018

Sinûnê: Dûşem 19-03-2018   

Xanesor: Sêşem 20-03-2018

Dihola: În 23-03-2018  

Digorê: Şemî 24-03-2018

Sinûnê: Yekşem 25-03-2018

Xanesor: Dûşem 26-03-2018

Borik: Sêşem 27-03-2018  

Dihola: Çarşem 28-03-2018

 

Xebatên tomarkirina hilbijêran ji 16’ê Adarê ve li Şengalê destpêkiriye û wê heya 28’ê Adarê berdewam bike.

 

Ji welatiyan jî tê xwestin ku di van dîrokên ku hatine diyarkirin de serlêdan li van navendan bikin û navê xwe ji bo hilbijartinê tomar bikin. Her wiha divê hilbijêrên  gundan jî ji bo nav tomarkirinê serî li Sinûnê bidin.

 

Gund û bajarokên ku navê wan ne hatine nivîsîn ji ber hejmara wan kême di nava van rojên hatine diyarkirin de dikarin serlêdan bikin.

 

Bajarokê Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilizêr jî serdena bajarokê Sinûnê dikin û nasnameyên xwe dikarin li wir derbixin.

 

Ji ber kêmbûna karmendan niha nav tomarkirin û nasname derxistin li navenda Şengalê hatiye rawestandin. Li gorî têgotin Bexda karmendên hilbijartinê ji bo Şengalê wezîfedar nake ji ber xebatên tomarkirina navan zehf giran û bê sîstem dimeşe.

 

(bz)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin