Smiley face
sorani
Smiley face

Dîmenê dewleta Tirk derewa wan da dest

2018-03-17 14:49:49
Artêşa Tirk a dagirker ku ji duh ve bangeş dikir û digot, wan li Nexweşxaneya Avrînê nexistine, bi dîmenê ku weşandine xwe bi xwe, xwe vala derxist û ji dîmenê wan jî diyar dibe ku ka bombeyên wan çawa banê nexweşxaneyê kun kiriye.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Artêşa Tirk a dagirker duh saet di 21.00’an de nexweşxaneya Avrînê ya li Efrînê bomberdûman kir. Ji balefiran 3 bombeyan kazanê hate avêtinû li nexweşxaneyê bi kêmanî 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 

Êrîşên artêşa Tirk a li dijî nexweşxaneya sivîlan ji aliyê ajansa nûçeyan a navneteweyî AFP û Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve jî hate piştrastkirin.

 

Piştî ku gelek saziyên çapemeniyê ev êrîş bi navê ‘deqeya dawîn’ dan, nerazîbûnên li dijî dewleta Tirk zêde bû. Artêşa Tirk a dagirker li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî û dîmenek weşand. Artêşa Tirk a dagirker îddîa kir ku ‘Bomberdûmankirina nexweşxaneyê ne rast e’ lê bi dîmenên ku wê bi xwe par ve kiriye, xwe derewîn derdixe.

 

Di dîmenan de yên ku artêşa Tirk a dagirker belav kiriye, cihê ku wekî nexweşxane hatiye îşaretkirin, avahiyê çapxaneyê ya Efrînê ye.

 

Li kêleka çapxaneyê jî nexweşxaneya Avrînê heye (Di wêneyê de îşareta tîrikê tê dîtin). Di dîmenan de tê dîtin ku nexweşxane hatiye bomberdûmankirin.

 

(bz)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin