Smiley face
sorani
Smiley face

Pêşmerge daxwaza derxistina baregehên Tirk ji Başûr dikin

2018-03-17 13:17:07
Pêşmerge ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku hêz bişîne Efrînê û pêşmergeyek jî dibêje, “Divê baregehên leşkerên Tirk ji Başûr bên derxistin.”


 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Piştgiriya welatî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê ya ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didome. Bi vê boneyê pêşmergeyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, dan zanîn ku ew dixwazin biçine Efrînê.

 

Pêşmergeyê bi navê Soran Ehmed diyar kir ku ew bi berxwedana dîrokî ya Efrînê şanazî dike ku 57 rojin bi tena xwe bê piştgiriya ti hêzek derve li hemberî hêza duyemîn a NATO berxwedan dikin.

 

 

Soran Ehmed her wiha got ku pêwîste gel, pêşmerge, hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê bi şandina hêzê piştgiriya Efrînê bikin û bi parêzin.

 

Her wiha pêşmergeyek din ê bi navê Rêbîn Teha jî bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê û got; “Dewletek mezin weke Tirkiyê êrîşê ser bajarek biçûk dike. Welatên mezin jî bê helwestin. Li hemberî van êrîşan jî berxwedana dîrokî heye. Divê em hemû piştgirî bikin.”

 

 

Rêbîn Teha axaftina xwe bi van gotinan dawî anî; “Weke helwestek niştîmanî û dûrxistina metirsiyên Tirkiyê divê baregehên leşkerên Tirk ji Başûr bên derxistin. Divê zextê li hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku li hemberî Efrînê helwestên cidî bigire.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî destpêkirina êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk li ser kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê daxwazên ji bo derxistina leşkerên Tirk ji ser xaka Başûr heye û bi vê armancê 10 hezar îmze hatine komkirin û radestê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin. Belê heya niha hikûmet bêdenge û bersiva daxwazên welatiyan nadet.

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin