Smiley face
sorani
Smiley face

Konferansa ‘Ji qirkirina jinê re na, belê ji bo çareseriyê' destpê kir

2018-03-17 11:55:17
Li herêma Raperîn Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya ‘Ji qirkirina jinê re na, belê ji bo çareseriya bingehîn' konferansek lidar xist.


 

 

 

RANYA/ ROJNEWS

 

Îro saet 10:15’ê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li salona Bitwên a navçeya Ranya ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Ji qirkirina jinê re na, belê ji bo çareseriya bingehîn' konferansek lidar xist.

 

Di konferansê de zêdetirê 100 jin amade bûne. Her wiha biryare di konferansê de di çarçoveya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya li ser fikrên Ocalan, ji bo pirsigrêkên hene çareserî bê danîn.

 

Konferans bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiyê destpê kir. Piştre endama desteya rêveber a RJAK’ê Qeywan Mehrûf peyama vekirina konferansê pêşkêş kir û got; “Ger ku nêrîn û fikirên me cûda bin jî, belê me hemû girêdayî yek pirsgirêka serekî ne. Ew jî pirsgirêka cûdahiya rêgezî û desthilata hişmendiya rêgezpereste.

 

 

Tundûtûjiyê nefesa civakê qut kiriye. Her wiha heya çareserî neyê dîtin, tundûtûjî wê qut nebe. Ew jî bi fikir û ramanên Serok Apo dikarin dest danine ser pirsgirêkan. Xalên çareseriyê peyda bikin.”

 

Piştre sînevîzyonek li ser tundûtûjiya dijî jinan hate temaşekirin.

 

Konferans wê heya êvara îro dewam bike.

 

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin