Smiley face
sorani
Smiley face

Hizbên Kerkûkê: Serkeftina Efrînê ji bo Başûr jî piştgiriye

2018-03-17 11:18:56
Berpirsên hizbên Kerkûkê diyar kirin ku serkeftina Kurdan li Efrînê ji bo Başûrê Kurdistanê jî piştgirî ye.


 

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

Berxwedana Serdemê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê di roja 57’an de didomin. berpirsên hizbên Kurd ên Kerkûkê ku di vê derbarê de ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê anîn ziman.

 

Cigirê yekem ê berpirsê malbenda YNK’ê li Kerkûkê Rewend Mele Mehmud li ser berxwedana Efrînê wiha got; “Êrîşên li ser Efrînê neheqiyek mezine li ser gelê me. Bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî qirkirina Kurdan, şermek mezine.”

 

 

Rewend Mele Mehmud her wiha got; “Li her cihekî dijî Kurdan êrîş bê kirin, armancek a dijminkarî li pişt heye. Ev armanca dijminane bandorê li ser navçeyên din ên Kurdistanê jî çêdike û bi taybetî niha Kerkûkê.”

 

Her wiha berpirsê peywendiyan ê malbenda Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Kerkûkê Ednan Seîd jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Mixabin hesabekî mezin a navnetewî li ser Efrîn û xaka Kurdistanê heye. Belê li gor me ger ku Efrîn bikeve jî, ew berxwedana me ya li Erînê kariye îspat bike ew xak, xaka meye.”

 

 

Ednan Seîd axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê welatên mezin bêdengiya xwe bişkênin. Nabe di sala 2018’ê de bin, li Efrînê jin û zarok bên qetilkirin. Cîhan jî tenê temaşe bike.”

 

Rêveberê komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê yê parêzgeha Kerkûkê Bextiyar Mihemed jî got; “Tişta li Efrînê rû dide, bi hemû wateya xwe jenosid e. Qirkirina neteweyekê ye. Em bi tundî li dijî radiwestîn. Em dibêjin xebata xwişk û birayên me li Rojavayê Kurdistanê, xebatek mafdar û ji bo bidestxistina mafên gelê me ye. Xebata azadî û wekheviyê ye.”

 

 

Bextiyar Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Li her cihekî rewşa Kurdan xerab be, bandorê li ser parçeyên din jî çêdike. Dema gelê me li Efrîn û Rojava serkeftî be, ji bo Başûrê Kurdistanê jî piştgirî û alikariyek mezine.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin