Smiley face
sorani
Smiley face

Şanda jinên Başûr: Moralê me li Efrînê dît li ti cihek din nîne

2018-03-14 09:43:06
Şanda jinên Başûrê Kurdistanê ku ji Efrînê vegeriya, qala berxwedana jinên Efrînê kirin û gotin ku ew moralê li gel jinên Efrînê dîtin, li ti welatek din nîne û nabe jî.


 

 

 

BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Duh êvarê şanda jinên Başûrê Kurdistanê ku bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê di 8’ê Adarê de gihan Efrînê, bi karwanê anîna cenazeyê şervanê YPG’ê Başûr Soran ku di berxwedana Efrînê de şehîd bibû, vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Endamên şanda jinan têkildarî çavdêriyên xwe yên li Efrînê ji ajansa me re axivîn.

 

Yek ji endamên vê şanda jinên Başûr, Çinor Xerîb li ser serdana wan a li Efrînê wiha peyîvî; “Li nav Efrînê heya yek mal jî ne amade bû xak û niştîmana xwe bi cih bihêle. Her takek Efrînê li cihê xwe dijî êrîşên li ser Efrînê têkoşîn dikin.”

 

 

Çinor Xerîb wiha jî got; “Ji bo civaka navnetewî şermezariye ku li hemberî van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Efrînê dike, bêdeng bûne.”

 

Her wiha jinek din a endama şandê Zêwkan Mihemed jî wiha got; “Min ji jinên Kurd moralek mezin girtin, di dema êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê de ew morala jinan heye, li ti cihekî dinyayê nîne û nabe jî.”

 

 

Jiyan Koyî ku ew jî di nava şanda jinên Başûrê Kurdistanê ya çûye Efrînê de bû, jî wiha got; “Di şoreşa ku 54 rojin li dijî dewleta Tirk li Efrînê berdewam dike, rolê jinên Rojavayê Kurdistanê diyare. Jin di eniya têkoşînê de xwedî cihek diyarkerin û her weke zilam li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berxwedan dikin.”

 

 

Jiyan Koyî wiha jî got; “Tişta li Efrînê bala min kişand ew bû ku jinên bi temen rahiştibûn çek, parastina xak û niştîmana xwe dikirin.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin