Smiley face
sorani
Smiley face

Parlamenterê Iraqê: Planên Tirkiyê yên dagirkirina Kerkûkê hene

2018-03-09 08:47:02
Parlamenterê YNK’ê li Iraqê Mihemed Osman diyar kir ku planên dewleta Tirk ên dagirkirina Kerkûkê hene û got;"Armanca hebûna baregehên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê dagirkirina Herêma Kurdistanê ye. Ew leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên PDK'ê kar dikin."


 

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 

Parlamenterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman têkildarî hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê û metirsiya hebûn û armanca hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bersiva pirsên ajansa me da.

 

Berfirehiya hevpeyvîna li gel Parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Iraqê  Mihemed Osman  wiha ye;

 

“Çi metirsiya hebûna leşkerên Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ji bo Herêma heye?

 

Hebûna artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê binpêkirina yasayên navneteweyî û serxweriya xaka Iraqê ye. Ev hêz bi alîgiriyê li herêmê ye, ev alîgirî jî dengeya hêzê ya herêmê têk dide. Nabe hebûna vê hêzê hebe û nabe li ser xaka Iraqê be. Hem parlamentoya Iraqê, hem jî ya Herêma Kurdistanê biryar daye ku ev hêz derkeve.

 

'Ji bo derxistina leşkerên Tirk hewldanekî cidî heye'

 

Li vir û li wir hewldanekî cidî heye ji bo derxistina leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê, lê heya niha leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê mane. Baregeh û hejmara wan zêde kiriye. Di vê demê de hebûna leşkerên Tirk wê bandoriyekî nerênî li ser pêkhateyên Iraqê bike. Wê bandoriyê li ser pêşbaziyan bike, wê ji bo aliyekê bibe qelenc. Dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê bandorî li ser dahata Herêma Kurdistanê heye.  Ji ber ku hinek gund nikarin êdî karê çandiniyê bikin. Van leşkeran ji bo wan gelek pirsgirêk derxistine. Her wiha di nava gengeşeya siyasî de jî. Bi taybet li gel hêzên Bakûr û Rojava Kurdistanê. Eşkereye ku wê herî zêde ziyan bigihe welatiyan û gelê Kurd.

 

'Hêzên Tirk di berjewendiyên PDK'ê de li dijî hizbên Kurdistanî kar dikin'

 

Çi berjewendiyên PDK’ê di hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Herêma Kurdistanê de heye?

 

Di dema şerê navxweyî yê borî de, Tirkiyeyê rolekî xirab lîst, di wê demê de bi çekên giran, herêmên di bin kontrola YNK'ê de bombebaran kir û êrîşî çeperên YNK'ê kir. Weke hêzekî alîgir tevger kir. Mixabin, vî şerî ziyan gihand xelkê Kurdistanê. Ji aliyê din ve Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gel PKK'ê pirsgirêkên demdirêj heye, ev hêzên Tirk, di berjewendiyên PDK'ê de kar dikin. Ev yek sûcekî mezine ku hêzekî Kurd ji bo yekalîkrina pirsgirêkan serî li artêşa dagirkeran dide.

 

'Li gorî destûra Iraqê her hêzekî bê li ser xaka Iraqê, dagirkere'

 

Di warê yasayî de hikûmeta Iraqê, ji bo derxistina leşkerên Tirk, di kare çi rêyan bi kar bîne?

 

Li gorî yasaya navneteweyî, divê dewlet sînorên welatên din di warê leşkerî de derbas neke. Eger ev kar kir, binpêkirina yasa ye. Her hêzekî bê nava xaka Iraqê, li gorî yasaya welat, hêzekî dagirker tê bi nav kirin.

 

Di sala 2003'an de parlamentoya Herêma Kurdistanê li gorî biryara 37'an biryar da, leşkerên Tirk li ser xaka Herêma Kurdistanê nemîne, ji ber çi parlamentoyê biryar da û biryara xwe pêk neyne?

 

Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka siyasî heye, berjewendiyên hizban heye, li gel vê yekê Parlamentoya Herêma Kurdistanê desthilatekî bi hêz nîne, ger parlamento bi hêz be, ger biryar da, divê hikûmet biryarê pêk bîne. Lê, mixabin, desthilata hikûmetê desthilatekî lewaze. Her wiha îradeyekî siyasî ya bi hêz nîne, ji bo bi cihanîna biryaran.

 

'Parlamentoya Iraqê nexwedî îradeyekî bi hêze, lewma wê tiştekê neke'

 

Dema buhrî bi hezaran îmze ji bo destxistina leşkerên Tirk radestî parlamentoya Herêma Kurdistanê hate kirin, lê tiştek nekir. Niha welatî çawa dikarin zextê bikin ji bo bên derxistin? Her wiha eger wiha îmze radestî parlamentoya Iraqê ji bên kirin, hûnê çi bikin?

 

Ji bo derxistina her artêşa welatekê, pêwîstî bi biryara parlamentoyê û hêza leşkerî heye. Her wiha divê îradeyekî siyasî ya bi hêz hebe. Mixabin, ev mercane qet niha li Iraqê nîne. Ji ber ku berjewendiyên gelê me li ber çav nayê girtin. Eger îmzeyan radestî parlamentoya Iraqê bikin, jî derxistina artêşa Tirk zehmete, ji ber ku parlamentoya Iraqê nexwedî vê îradeya bi hêze. Di warê leşkerî de jî, hêzên Iraqê ne ew hêze ku li hemberî vê hêza dest avêtiya xaka Iraqê raweste. Li Parlamentoya Iraqê jî biryarekî wiha heye, lê ew jî mina Herêma Kurdistanê nikare biryara xwe pêk bîne.

 

' Divê em bi siyasetekî yekgirtî planên dijmin pûç bikin'

 

Gelo ev baregeh û navendên artêşa Tirk çiqas ziyanê digihîne Kurdan û çiqas bandorî li ser hevnegirtina Kurdan heye û çiqas rê li pêşiya lidar xistina kongreya neteweyî digire?

 

Yek ji dagirkerên Kurdistanê naxwazin di nava mala Kurdan de yekdeng û rêxistinbûn hebe. Bi nîgeran vê yekê dibêjim, heya astekê karîne armancên xwe pêk bînin. Heya niha me nekariye, parlamententoyekî hevbeş di nava parçeyên Kurdistanê de ava bikin. Me nekariye bibîn xwedî hêzekî leşkerî ya hevbeş. Sedemê van hemûyan, ew hêzên ku li ser xaka Iraqê ne û serweriya welat derbas kirine. Planê wan ji bo xirabkirina mala Kurdî ye. Divê em bi siyasetekî yekgirtî planên dijmin pûç bikin.

 

'Planên dewleta Tirk ên dagirkirina Kerkûkê hene'

 

Niha li Efrînê komkujî pêk tên, welatiyên sivîl dibin qurbanî, gelo ev metirsî di pêşerojê de li ser Herêma Kurdistanê jî ji aliyê artêşa Tirk ve nîne?

 

Em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çi wêrankariyê dike, li Başûrê Kurdistanê jî em dibînin bi bombebaranên xwe çawa xelkê sivîl dike armanc. Ji hemû demê zêdetir, ev hêz metirsîdare, armanca wan ewe ku Başûrê Kurdistanê jî dagir bike, yek ji wan Kerkûke. Em planên van fêm dikin. Tişka cihê fikara ne, ewe ku heya niha hêzên Kurdistanê nekarîne metirsiyên li ser xwe rabikin. Tişta cihê mixabiniyê ye hizbên Kurdistanî wiha têgihiştîne ku bi ji holê rakirina hêzên Kurdî wê bibin axayê Kurdistanê. Lê wê rojekê ew hizib bi xwe jî nemîne û wê dagirkerên Kurdistanê xaka me dagir bikin. Divê Kurd ji xala sifrê destpê bikin.”

 

(ab)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin