Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî: Li sînorê PDK’ê komkirina hêzê amadekariya êrîşê ye

2018-02-14 13:10:29
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê got; “Komkirina hêza leşkerî ya Tirkiyê li herêmên dibin kontrola PDK’ê de, amadekariya êrîşekî l eşkerî ya Tirkiyê li herêmê ye.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Desteya Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî helwesta xwe ya li ser rewşa Herêma Kurdistanê eşkere kir.

 

Di daxuyaniya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de wiha hate gotin: “Her diçe rewşa Herêma Kurdistanê xerabtir dibe. Pirsgirêk ji qeyranê zêdetir bûne alozî. Bi taybetî pirsgirêkên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê. Desthilata Başûr jê bê xeme.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber sedema zêdetir pişt dayîna dagirkeran, ti îradeyekî nîne. Piştî 27 salên desthilatdariyê niha gihaye xala herî lewaz. Her roj li deriyê dagirkerekî Kurdistanê dixe û li dervey Herêma Kurdistanê li çareseriyê digere. Ew jî xwe veşartin û revîna li ser navê çareseriyê ye ku hemû hizbên desthilat jê berpirsin.

 

Bombebarana herêmên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê, êrîşkirina ser herêma Şarbajêr ji aliyê Îran û Tirkiyê ve, êrîşên Tirkiyê li herêmên Bradûst û bê bersiviya desthilata Herêma Kurdistanê, bêdengiya hikûmeta Iraqê nîşan didin ku pîlanek berfireh heye û ev bêdengiye jî piştgiriya vê pîlanê dike.

 

Ji aliyê Tirkiyê ve li herêmên dibin kontrola PDK’ê de komkirina hêzê, amadekariyek din a êrîşa Tirkiyê li herêmê ye. nebûna hişmendî û rêveberiyek demokratîk jêdera tevahî pirsgirêkên civakê ye.”

 

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha jî got; “Divê li Herêma Kurdistanê eniyek demokratîk bê çêkirin û ji aliyê encûmenek demkî ve bê rêvebirin. Ji bo hilbijartinên bê sextekarî rê veke û pirsgirêkên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê xebat bike. Her wiha pirsgirêkên dehat, desyeyên petrol û jêderên xwezayî ji aliyê vê encûmena demkî ve bên çareserkirin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin