Smiley face
sorani
Smiley face

YJŞ’ê li dijî komplo û dagirkeriyê banga geş kirina têkoşînê kir

2018-02-14 13:02:47
YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û komploya navnetewî ya bi şêweyên cûda li ser Ocalan û gelê Kurd birêve diçe, banga têkoşînê kir.


 

 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 19. salvegera komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê ya di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd pêk hat de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di destpêka daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya YJŞ'ê de berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate  silav kirin  û şehîdên pengava 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi bîr anî.

 

Berfirehiya daxuyaniya YJŞ’ê wiha ye;

 

"Bi pêşengiya jinê têkoşîna jiyana azad kêlî bi kêlî mezin bûye û hegemonyaya ku bi van êrişan encam negirtiye, bi şêwazên cûda xwestiye armancên xwe pêk bîne. Çalakiyên di salên destpêkê yên komployê de, yên ku gel bedena xwe da ber agir, nîşan didin ku ti hêzên komploger wê ti carî nikaribin li pêşiya vîna gel bibin astengî. Ya rastî Rêber Apo bi paradîgmaya neteweya demokratîk ev komploya hêzên faşist û komploger ên navnetewî pûç kir.

 

‘Faşîzma AKP’ê bi awayeke dijwar êrîşê Rêber Apo û gelê Kurd dike’

 

Hêzên navneteweyî yên faşîst ji ber ku komplo bi ser neket, polîtîkayên îmha û înkara giştî xistin dewrê de. Ev êriş dewama komploya navneteweyî ye. Êrişên di bin navê DAIŞ’ê de pêk tê, hê jî li hin qadan dewam dikin. Ev êrîşên li hember Rojava, Şengal û Iraqê hate kirin bi berxwedana şervanên azadiyê hatin pûçkirin. Faşîzma AKP'ê bi awayekî herî dijwar êrîşî Rêber Apo û tevahiya Kurdistanê dike. Hewldana dagirkeriya wê ya Efrînê jî berdewama komployê ye.

 

‘Me xwe di çarçoveya felsefeya azadiyê ya Rêber Apo de rêxistin kiriye’

 

Di fermana sala 2014'an de me bedelên giran da. Piştî fermanê me xwe di çarçoveya felsefeya azadiya jinê û jiyana azad a Rêber APO de xwe birêxistin kir. Bi vî awayî me pîvanên jiyana nû û azad nas kirin. Bi pejirandina vê felsefe û bîrdozoyê de me jinên Êzîdî, hemû jin û gelên Iraqê jiyaneke azad bidest xist."

 

‘Ber bi serkeftina siberoja azad û hevdîtina bi Rêbertî re’

 

Em jinên Êzîdî yên li ser bingeha felsefeya Rêber Apo li ser esasê azadîxwaziya jinê xwe birêxistin kirine, em ê li hember komploya navneteweyî têkoşîna xwe hê zêdetir xurt bikin. Ew ala têkoşînê ya ku me ji Zîlan, Berîvan, Delal, Avesta, Barîn û Rojhatan hilgirtiye, ber bi serketinê ve û ber bi siberoja azad, hevdîtina bi Rêbertî re bibin."

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin