Smiley face
sorani
Smiley face

Bi dehan milyon dolarê hikûmeta Herêma Kurdistanê nediyare

2018-02-12 13:18:27
Parlamenterek diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dehan milyon dolar winda kiriye û nayê zanîn ji bo çi xeric kiriye.


 

 

 

QEREÇOX ENWER/ HEWLÊR

 

Endamê Lijneya Reform li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umêd Heme Elî îro li avahiya parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Endamê Lijneya Reform li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Umêd Heme Elî wiha got; “Hikûmetê 62 milyon dolar ji bo Wezareta Hundirîn xeric kiriye. 47 milyon bi navê agirkuj û milyonek ji bo şêwir û Wezareta Hundir bûn. Me jî ji Wezaretê pirsî ka ev pereye ji bo çi xeric kiriye? Belê wezaretê ti bersivek neda me.”

 

Umêd Heme Elî wiha domand; “Li aliyek din 43 milyon dolar ji bo Wezareta Perwerdê hatiye veqetandin. Belê Wezîrê Perwerdê dibêje ku tenê 30 milyon dolar gehiştiye destê wan. 182 milyon dolar ji bo Zanîngeha Amerîkî li Dihok û Silêmanî hatiye veqetandin. Di demek ku ev zanîngeh taybetin û pere ji xwendekaran werdigirin.”

 

Her wiha Umêd Heme Elî got; “Pêş paşxistina parlamentoyê yek milyon dolar bi neyasayî ji bo Cigirê Serokê Hikûmetê hatiye xerickirin. Dîwana Şopandina Darayî jî dibêje ku ev pere bi şêweyek nediyar hatiye xerickirin. Li ser van dosyan me tevahî belge pêşkêşê Desteya Reformê ya Herêma Kurdistanê kirin. Ji bo li hemberî Serokê Hikûmet, cigirê wî û Encûmeniya Bilind a Newt û Gazê rêya yasayî bi kar bîne.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin