Smiley face
sorani
Smiley face

Welatiyên Germiyan ji bo azadiya Ocalan banga greva giştî kirin

2018-01-20 12:03:17
Welatiyên Germiyan diyar kirin ku Tirkiye dixwaze di kesayeta Ocalan de tevahî gelê Kurd tecrîd bike û ji bo azadiya Ocalan banga greva giştî kirin.


 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Nerazîbûnên li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêde dibin. Welatiyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşa tecrîdê dan û banga greva giştî kirin.

 

Rojnameger Lawan Ehmed diyar kir ku azadiya Ocalan wê tifaqa dinava Kurdan de çêbike û wiha dewam kir; “Ocalan xwedî bandorek mezine dinava gelê Kurd e. Dikare pêkhateyên cûda nêzî hev bike û xalên wan ên hevbeş derxe pêş.”

 

 

Mamostayê dibistana Amadeyî li Germiyan Seryas Semîn diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina tevahî gelê Kurd e û got; “Di dîrokê de mînakên vê hene. Dema xwestine pirsgirêka neteweyekê tine bikin, yan bêdeng bikin, destpê pêşeng bêbandor kirine yan jî kuştine.”

 

 

Seryas Semîn wiha jî got; “Ev hewldanên dewleta Tirk bê encamin. Kurd li ser bidestxistina azadî û mafên xwe bi israrin.”

 

Çalakvanê civaka medenî Salar Celal jî got; “Divê hemû takekesên Kurd li herparçeyek Kurdistanê  û hemû hizib bê cûdahî dakevin qadan. Xwepêşandan bikin. Ji bo azadiya Ocalan greva giştî destpê bikin û zextan li ser dewleta Tirk çêbikin.”

 

 

Salar Celal got; “Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan, bi rêya rawestandina tevahî bazirganiya li gel Tirkiyê zextê lê bike.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin