Smiley face
sorani
Smiley face

‘Krîza darayî û bê karî sedema zêdebûna tundûtûjiyê ne’

2018-01-20 11:41:42
Berpirsê ofîsa rêveberiya têkoşîna dijî jinan li Şarezûr Burhan Ehmed got; “Krîza darayî û bê karî sedema sereke ya zêdebûna tundûtûjiya dijî jinane li Şarezûr.”


 

 

HAWKAR MISTEFA/ ŞAREZÛR

 

Di destpêka îsal de ofîsa têkoşîna dijî tundûtûjiya li hemberî jinan li navçeya Şarezûr a girêdayî Silêmaniyê bîlançoya tundiya dijî jinan di 2017’ê de hatiye kirin, eşkere kir û li gor wê bîlançoyê rêjeya tundiyê di 2017’ê de li gor sala 2016’ê ji sedî 13 zêde kiriye.

 

Berpirsê ofîsa rêveberiya têkoşîna dijî tundûtûjiya li ser jinan li navçeya Şarezûr Burhan Ehmed wiha got; “Çend sedemên serekî hene ku dihêlin tundiya dijî jinan zêde bibe. Ew jî desthilata mêrsalarî û hevdûfam nekirina li ser mijarane. Her wiha rewşa nebaş a aborî ya malbatan. Dewamkirina krîza darayî û bê karî.”

 

Burhan Ehmed wiha dewam kir; “Li gel vê jî rewşa coxrafî ya herêmê jî bandorek neyînî çêdike. Li gor çavdêriyên me yên ku derketine li herêmên fênik asta tundûtûjiyê ji ya herêmên germ zêdetire. Li aliyek din jî heya astek zêde xelkê herêmê leşkerin, karmendin yan jî polîs, asayiş û di hêzên pêşmergeyan de cih digirin. Ev jî sedemek a çêbûna tundûtûjiyê ye.”

 

Di dawiyê de jî Burhan Ehmed ev jî got; “Li gel ku hebûna rêxistinên biwarê jinan giring be jî û pêwîste hebin û hîn zêdetir rol bilîzin."

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin