Smiley face
sorani
Smiley face

Mamostayê zanîngehê: Ocalan bûye fikrek azad

2018-01-20 11:05:02
Mamostayên beşa felsefê li Zanîngeha Raperîn Aram Qadir got ku Ocalan bûye projeyek fikrî, şoreş, berxwedan û niha xwedî proje û fikrên azadin.


 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL HESEN/ RANYA

 

Rêberê PKK’ê 19 salin di girtîgeha Îrmalî de tê girtin û niha jî tecrîda girankirî ji aliyê dewleta Tirk ve li Îmralî tê meşandin. Mamostayê beşa felsefeyê li Zanîngeha Raperîn ên ji ajansa me re axivî, nerazîbûn nîşa tecrîdê dan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

 

Mamostayên beşa felsefeyê li Zanîngeha Raperîn a Ranya Aram Qadir diyar kir ku Ocalan bûye projeyek fikrî, şoreş, berxwedan û wiha dewam kir; “Di her demê de ji bo vê projeya siyasiya şoreşgerî dema zemînek hate amadekirin, dikare li ser vî zemînî xwe rêxistin bike û rêxistinbûnek siyasî û şoreşgerî bê avakirin. Me ev jî li kantonên Rojava dît. Belê bi tecrîdkirina fîzîkî û takekesek nikarin şoreşa fikir, berxwedan asteng bikin û nagehine armanca xwe.”

 

‘Ocalan bûye fikrek azad’

 

Aram Qadir wiha jî got; “Ew parêznameyên ku Ocalan li girtîgehê nivîsîne, dewleta Tirk dît ku carek din ev parêznameye wê bibine hêvînî şoreşê. Dibine bingehek mezin ji bo şoreşê. Dest bi qedexekirinê kir. Bê guman ev armanca wan ser neke. Ji ber me got Ocalan bûye proje û em xwedî proje ne. Fikrek me ya azad heye.”

 

Aram Qadir li ser meşandina tecrîda li Îmralî jî got; “Êdî Ocalan fîzî li girtîgehê yan der ve be, fikra wî azad e. Encamên mezin derxistine. Ger dewleta Tirk bi vê armancê bixwaze neteweyekê bixwe girtîgehê de û şoreşa wan bidawî bike, ew dem di şaştiyek mezin de ye.”

 

‘Projeyên Ocalan bûne yên tevahî mirovahiyê’

 

Aram Qadir diyar kir ku projeyên Ocalan ne tenê li Tirkiye, li dervey Tirkiyê jî belav bûye û wiha pêde çû; “Bûye projeyek tevahî mirovahiyê. Di nava neteweyên cûda cûda de bûye projeyek berfireh. Bi taybetî di çarçoveya projeya konfederalîzma demokratîk û netewe demokratîk de. Ev teze her pêş dikevin. Em dikarin van tezan li dervey Tirkiyê û Herêma Kurdistanê jî bibînin.”

 

 

Aram Qadir daxuyakirin ku dewleta Tirk xwest şoreşa fikira azad tê bibe û li cihê wê lîsteya terorê avakirin û wiha dewam kir; “Bi taybetî piştî serdema kaptalîzma rojava. Gelek alikariya vê nêrîna Tirkiyê hate kirin. Ji bo lîsta terorê bê çêkirin. Di nava lîsteya terorê de çend hêzên şoreşger hatine parçekirin. Ev jî weke daxwazek a dewlet aTirk ku hêzên şoreşger weke terorîst bidine naskirin. Di dawî de divê em ji cîhanê re bêjin ku cîhan jî heya astekê ev fam kiriye, ev ne terore ev şoreşe. Weke ya li Rojavayê Kurdistanê heye. Niha ji aliyê Ewropa ve nêzikatî û fikrek nû ji bo pirsgirêka Kurd heye. Bê guman ev jî ne li gor dilê Tirkiyê ye.”

 

Di dawiyê de jî mamosta Aram Qadir ev jî got; “Tişta giringe em li ser bixebitin, bi çalakiyên medenî û agahdarkirina civaka navnetewî berhemên Ocalan bi zimanên din ên cîhanê belav bikin. Ji bo civaka navnetewî proje û nêrînên Ocalan belav bikin. Diyar bikin ku em hêzek demokratîk, medenî û hezek şoreşgerin. Her wiha di serî de li welatên Ewropa bi berdewamî çalakiyên me yên wiha dewam bikin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin