Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî rêveberiya xwe ya nû hilbijart-Hate Nûkirin

2018-01-19 17:06:42
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê piştî ku li Iraq’ê bi awayeke fermî hate naskirin îro kongreya xwe damezrandinê li Silêmanî lidar xist, piştî diyar kirina bername û rêziknameya xwe, rêveberiya xwe yan nû diyar kir.


 

 

 

ROJNEWS  / SILÊMANÎ

 

Kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadî ku ji aliyê endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ve hate şopandin, bi beşdariya 714 delege û sedan welatiyên ji herêmên cûda yên Başûrê Kurdistan û Iraqê hatine, îro rêveberiya partiyê ya nû bi hilbijartinê diyar kir.

 

 

Ji ber sîstema hevserokatiyê di qanûnên Iraqê de nîne di kongrê de serokê giştî yê yê partiyê hate hilbijartin. Di dengdanê de ku yek lîste tenê hebû, jib o serokê giştî hevserokê berê yê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah weke Serokê Giştî yê Tevgera Azadî hate hilbijartin.

 

 

Li gel serokê giştî 15 kes weke meclîsa partî hate hilbijartin û du kes jî weke endamên meclîsê yên yedek hatin diyar kirin.

 

 

Navê endamên Meclîsa nû ya Partî wiha ye:  Bêrîvan Mihemed, Şîlan Şakir, Rebia Ebas, Ronak Mecîd, Kelsum Hisên, Rihan Hemadî, Peyam Rehman Resul, Azad Qadir, Nisra Receb, Ebdulwehap Ehmed, Naci Haci Aşûd, Wacîde Beyadî, Hemed Mela Ehmed, Komel Serhed, Birêz Mihemed. Xalid Reşîd û Emîn Tila Emîn jî weke endamên yedek hatin hilbijartin. Piraniya endamên meclîsa partiyê ji jinan pêk tê.

 

Ji bo di pratîkê de sîstema hevserokatî were esas girtin û partî bi vê sîstemê were birêve birin, bi zêdehiya dengan hate qebûl kirin.

 

Ji ber di qanûnên Iraqê de sîstema hevserokatiyê nîne di fermiyetê de wê bi sîstema serokatiyê were meşandin û ji bo serokatiyê jî Mihemed Ebdulla hate hilbijartin. Mihemed Ebdulla  axaftina girtinê ya kongreya Tevgerê pêşkêş kir û kongreyê li tevahî malbatên şehîdan û endamên Tevgera Azadî pîroz kir. Ebdulla di destpêka axaftina xwede rexne li qanûnên cinsiyetperest kir ku ji derveyî sıstema serokatiyê sîstema wekhev a hevserokatiyê qebûl nake û got: “Divê em di xebat û têkoşîna xwe ya dema pêş de dawî li ev sîstema ne wekhev a cinsî bînin ku heya niha sîstema hevserokatiyê qebûl nekiriye.”

 

 

Ebdulla di axaftina xwede îşaret bi qeyrana li Başûrê Kurdistanê û gendeliya ku heyî kir û wiha pêde çû: “Ev rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û gendeliya ji aliyê rêveberiyê ve tê kirin wisa kiriye ku li vê parçeya Kurdistanê ne tenê Kurd dagirker jî bi hemû şêweyek vir birêve bibin. Em weke Tevgera Azadî çareserkirina aloziyên li Başûrê Kurdistanê weke erka xwe dibînin.”

 

Mihemed Ebdulla di berdewama axaftina xwede hem Hikûmeta Herêmê hem jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di ber pirsgirêkên ku rû dane de berpirsyar girt û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Eqliyeta Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê bûye sedema pirsgirêkan. Em bi wê bawer dikin ku eqliyeteke demokratîk dikare pirsgirêkan çareser bike.”

 

Serokê nû yê Tevgera Azadî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em soz didin ku emê ji bo avakirina Kurdistaneke azad û demokratîk bixebitin. Emê bi vê hesta têkoşînê di hilbijartinan de serbikevin.”

 

Tevera Azadî ya Civaka Kurdistanê di 17’ê meha 10 ya 2014’an de hatiye damezrandin lê, di 04’ê meha 12 ya 2017’an de bi awayeke fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ve hate qebul kirin.

 

Li gorî hejmara 36 ya qanûna sala 2015’an a Iraqê, destûra ketina hilbijartinê ji Tevgera Azadî re hatiye dayîn.  Li gorî heman qanûnê jî Tevgera Azadî dikare şûbe û navendên xwe li seranserê Başûrê Kurdistan û Iraqê veke.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin