Smiley face
sorani
Smiley face

HPG’ê têkildarî çalakiyên li Colemêrg, Agirî û Şirnexê daxuyanî da

2018-01-19 13:45:23
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî da.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg, Şirnex û Agiriyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku derbeyên giran li hêzên dagirker ên artêşa Tirk hatine xistin.

 

AGIRÎ

 

"18'ê Çileyê hêzên me saet 10:00 li mintiqa Girê Serbend ê herêma Glîdab a Agiriyê, li dijî leşkerên artêşa TC ên ku di navbera Îran û TC de dîwar lê dikirin, çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn. Artêşa TC û artêşa Îranê piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin. Operasyon êvara heman rojê bi rengekî neserketî qediya.

 

COLEMÊRG

 

Roja 15'ê Çile saet 11:00, hêzên me li dijî çeperên dijmin ên li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

 

17'ê Çileyê, hêzên me cara duyemîn li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne xistin. Di encamê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

 

18'ê Çileyê saet 10:20'î hêzên me li çeperên artêşa TC a dagiker ên li ser girê Koordîne xistin. Encama vê çalakiyê jî zelal nebû.

 

ŞIRNEX

 

18'ê Çileyê saet 14:15'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Şehîd Kendal ê li navçeya Qilaban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, çeperek û kûleyek hatin rûxandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin