Smiley face
sorani
Smiley face

Kolberê ji ber hêzên Îranê revî ji zinar ket xwarê

2018-01-19 13:04:50
Di encama ketina kemîna hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de kolberê binavê Şoreş Omerî ji zinar ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Her wiha 6 hespên kasibkaran ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyek a qenala Telegram Kolbernews , şevê din nêzî gundê Bêtûş ê girêdayî bajarê Serdeş ê Rojhilatê Kurdistanê komek kolber û kasibkar ketine kemîna hêzên sînor ên rejîma Îranê.

 

Der barê bûyerê de di nûçeyê de wiha hate gotin; “Hêzên ser sînor li nêzî gundê Pêtuş êrîşê ser kasibkar û kolberan kir. Ji ber êrîşa pasdaran û hewaya tarî beşek ji kolberan rêya xwe winda kirin. Di encamê de kolberê bi navê Şoreş Omerî yê ji bajarê Mihabadê ji zinar de kete xwarê û ji ber bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

 

Niha cenazeyê Şoreş Omerî li nexweşxaneya bajarê Serdeşte. Biryare îro bibin Mihabad û bê defnkirin.

 

Li aliyê din jî 6 hespên barkirî yên kasibkaran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin. Li gor şahidên bûyerê, hêzên rejîma Îranê piştî hespên kolberan girtin, wan rêz dikin û gule lê direşînin. Ev jî rastî nerazîbûna xelk û kolberan hat û alozî derket.”

 

(sk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin