Smiley face
sorani
Smiley face

‘Sedema kîrêzên li herêmê nebûna hişmendiyek demokratîk e’

2018-01-19 12:25:20
Endama komîteya amadekar a kongreya Tevgera Azadî Şîlan Şakir got; “Sedem aew pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Bexda de hene, ji ber nebûna sîstem û hişmendiyek demokratîk e.”


 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Yekemîn kongreya damezrandinê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ku îro li bajarê Silêmanî destpê kir, berdewam dike. Axaftina vekirinê ya kongreyê ku ji aliyê endama komîteya amadekar a kongreyê Şîlan Şakir ve hate kirin.

 

‘Emê ji bo sîstema hevserokî li Iraqê bibe yasayî têkoşîn bidin’

 

Şîlan Şakir daxuyakirin ku piştî damezrandina Tevgera Azadî ji 2014’ê ve bê navber serlêdana ji bo fermîbûnê kirine û wiha pêde çû; “Belê bi  hincetên cûda cûda fermîbûna me nedihat qebûlkirin. Di encamê de Kanûna 2017’ê de Tevgera Azadî fermîbûn girt. Me hewldan kir ku di vê kongreyê de hevserok hilbijêrin. Belê diyare ji bo sîstema hevserokatî li Irfaqê pêk were hîn zêdetir têkoşîn pêwîste. Emê niha li gor yasayên komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê biçin û serok hildibijêrin. Belê di aliyê pratîkî de sîstema hevserokatî emê dewam bikin. Ji bo li tevahî Iraqê bibe yasayî jî emê têkoşîn bikin.”

 

Şîlan Şakir axaftina xwe wiha dewam kir; “Di vê qonaxa hestiyar a herêmê de lidar xistina kongreya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê mohra xwe li vê qonaxê dide. Niha gelê Kurd pêşengiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn dike. Li aliyê din jî dewleta Tirk gef û êrîşên ser Efrînê dewam dike. Her wiha rejîma Îranê ji bo bêdengkirina gelên Îranê hêz bi kar tîne. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dewlet di zext û bêdengkirina gel de berdewam dike.”

 

‘Beşek ji Başûr Îran û Tirkiyê dagir kiriye’

 

Şîlan Şakir dewama axaftina xwe de bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got; “Sedema sereke ya rewşa niha Başûrê Kurdistanê pê re rû bi rû bûye, encama siyaseta bi salan a desthilatê ye. Beşek ji Başûrê Kurdistanê Tirkiyê dagir kiriye. Beşek Îranê dagir kiriye. Her wiha îradeya gel ji nedîtî ve hatin sedema pirsgirêkane.”

 

‘Desthilat neçare xwe bi guhere’

 

Li ser krîza navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de jî Şîlan Şakir got; “Ew krîza navbera herêm û Bexda de heye, ji ber nebûna siyaset û hişmendiya demokratîk e. Ji bo wê jî desthilat neçare xwe bi guhere. Ger xwe ne guhere wê gel biguherîne. Ev jî eşkere bûye ku bi zextên bêdengkirin, êrîş û tundiyê pirsgirêk çareser nabin. Yekane rêya çareseriyê ewe ku di çarçoveya sîstemek demokratîk de tevahî gelên Iraqê bêne gel hev. Tişta em li ser israr dikin jî jiyana bi hev re ya gelan e.”

 

Di dawiya axaftina xwe de Şîlan Şakir bal kişande ser vê jî; “Weke Tevgera Azadî têkoşîn û xebatên me yên di aliyê siyasî, civakî û hemû aliyên jiyanê de hîn bihêztir dikin.”

 

Piştî axaftina Şîlan Şakir bernameya siyaseta Tevgera Azadî ji aliyê Ronak Mecîd û Bêrîvan Mihemed ve hatin xwendin û bi dengê zêde hatin qebûlkirin.

 

Kongreya Tevgera Azadî didome.

 

 

 

 

 

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin