Smiley face
sorani
Smiley face

Mamostayên Çemçemal: Lidar xistina kongreya netewî giring e

2018-01-19 11:10:13
Mamostayên Çemçemal diyar kirin ku niha gefên cidî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê heye û lidar xistina kongreya netewî giring e.


 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Mamostayên navçeya Çemçemal a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku li ser destkeftiyên gelê Kurd êrîşên cidî hene û ji bo parastina ji van êrîşan jî kongreya netewî giring e.

 

Berpirsê Rêxistina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê şaxa Çemçemal Qasim Elî diyar kir ku ji bo gelê Kurd kongreya netewî giringe, divê hemû aliyên siyasî piştgirî bikin.

 

Qasim Elî wiha dewam kir; “Li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê lidar xistina kongreya netewî pir giringe. Ji ber ku Kurd wê bi tifaq û yekîtiyê bikarin mafên xwe bigirin. Ji bo wê jî daxwaz ji aliyan dikin ku ji bo xebatên KNK’ê yên ji bo lidar xistina kongreya netewî astengiya çênekin.”

 


Qasim Elî her wiha got; “Niha hikûmeta Erdogan dixwaze li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan pirsgirêkan çêbike. Sînorên derbas dike. Ji bo wê jî, li hemberî êrîş û komploya dewletan tifaqa Kurd pir giringe.”

 

Mamostayek din ê navçeya Çemçemal Hogir Star diyar kir ku di dîroka Kurdan de ti demê weke îro pêwîstiya Kurdan bi tifaq û yekhelwestiyê nebûye û wiha dewam kir; “Ji ber ku du beşên Kurdistanê ku azad kirine, niha du qat metirsî li ser zêde bûye. Ew jî parçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye. Karê niha baş lidar xistina kongreya netewî ye.”

 

 

Higir Star wiha jî got; “Lidar xistina kongreya netewî wisa bi hêsanî nîne. Ji ber ew astengiyên li pêşiyê tên çêkirin. Bi taybetî jî ew hêzên hîna li ser fikira paşvero dimînin. Divê li dijî van hemûyan hemû alî bibin yek biryar û kongreyê lidar bixin. Ji ber ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve gefên cidî li ser Rojavayê Kurdistanê hene. Ger Kurd bibin yek helwest, wê Tirkiye nekare bigehe armanca xwe.”

 

Hogir Star di dawiyê de jî got; “Sedema ne lidar xistina kongreya netewî ji ber hinek hêz dixwazin hertim ew serok bin û hemû serkeftina ji bo xwe bibin. Ji bo wê jî sîstema hevserokatiya ku di kongreyê de wê derkeve pêş, ew li dijî derdikevin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin