Smiley face
sorani
Smiley face

Efrîn îro li dijî dagirkeriyê bu yek deng

2018-01-18 18:37:55
Şêniyên Efrînê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan û gotin, "Wê nikaribin vîna me bişikînin."


 


 


NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro bi deh hezaran şêniyên Efrîn li dijî hewldan û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê meşiyan û bihevre li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê û pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye", "Hêzên Parastina Civakî destwerdana Erdogan ê faşîst qebûl nakin", "Efrîn ti carî serî natewîne", "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Kurdistanê re" û "Em ê dest ji axa Efrînê bernedin" hatin hildan.

 

 

Tevî hewaya nexweş û barana dijwar jî bi hezaran kes li Xaçerêya Newrozê li hev civiyan û ji vir ber bi kolana El Vîlatê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Topên we nikarin me bitirsînin", "Em ê dest ji axa xwe bernedin", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî biratiya gelan", "Gelê Efrînê yek e" hatin qîrîn.

 

Piştî meşê li kolana El Vîlatê mîtîngek hate lidarxistin û li vir axaftin hatin kirin.

 

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa peyivî û got, "Artêşa Tirk a dagirker ji bo tirsê bixe nava dilê welatiyan êrîşî Efrînê dike û dibêje ku gelê Efrînê cih û warên xwe diterikîne. Kombûna me ya li vir derewên dewleta Tirk eşkere dike."

 

Ji fermandarên YPG'ê Ebdo Îbrahîm jî got, "Gelê Efrînê bi berxwedana xwe tê naskirin. Yên bi vê bawer nakin, bila li dîrokê vegerin û lê binerin. Hêza ku DAÎŞ têk bir, hêz û vîna me nîşan dide. Eger Tirkiye jî êrîşî Efrînê bike wê heman tişt bê serê wê jî. Efrîn xeta me ya sor e û kes nikare jê derbas bibe. Gelê warê zeytûnê berxwedêr e û axa xwe naterikîne."

Ji rûspiyên Eşîra El Bobenayê Şerîf Cemo jî got, "Bi vê kombûna xwe re em nîşanî tevahiya cîhanê didin ku xwedî îradeyeke berxwedêr û azad in. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin; hemû pêkhateyên Efrînê yek e û di navbera me de ti cudahî nîne. Em hemû gelê vê herêmê ne û em ê destekê bidin zarokên xwe yên li eniya berxwedanê."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin