Smiley face
sorani
Smiley face

‘Jineolojî jinên hemû cîhanê hembêz dike’

2018-01-18 14:27:21
Endama akademiya jineolojî Dîrok Qehreman diyar kir ku jinelojî tenê bi Kurdistanê re sînordar nemaye, hemû jinên cîhanê hembêz dike û bi rêya vê zanistê têkoşîna xwe berfirehtir dikin.


 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Di 12’ê Çile de li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna 200 delegeyan 1. Konferansa jineolojî bi dirûşmeya ‘Jineolojî bi xwezaya jinê rastiya civakê ronî dike’ hate lidarxistin. Ev jî pir giringbû ku ji gelek netewe, çîn û welatên cûda jin hatin gel hev.

 

Têkildarî giringî û armanca vê konferansê endama akademiya jineolojî Dîrok Qehreman ji ajansa me re axivî, got; “Konferans bi tevlîbûna jinên Ereb, Ermenî, Sûriye, Tirkmen, Asûrî, Mûsilman, Êzidî, Elewî bi rengek dewlemend û peyama neteweye demokratîk hat lidarxistin. Her wiha li Fransa, Îtalya, Îngîltere, Elmanya, Spanya/ Ketelonya û Endûnazya jin tevlî bûn.”

 

Dîrok Qehreman wiha dewam kir; “Projeya Abdullah Ocalan tenê bi Kurdistanê re sînordar nemaye. Ji ber ku jin û hemû cîhan hembêz kiriye û rengê xebatek nû ji bo hemû jinan ava kiriye. Bi rêya jineolojî, emê têkoşîn û xebata xwe berfireh bikin. Peyama xwe belav dikin û rastiya civakê bi çavê jinan derdixin pêş. Di konferansê de jin bi amadebûn û tevlîbûna jineolojî ji bo xwe û tevahî neteweyên din giring dibînin.”

 

 

Dîrok Qehreman di dawiya axaftina xwe de got; “Projeya me ya dema pêş xebat û hewldana ji bo damezrandina akademiyek jineolojî ye. Bi taybetî xwe gihandina ew çînên li Tebqa û Reqa hatine rizgarkirin.”

 

Hêjay gotinê ye ku di 2008’ê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan projeya jineolojî weke zanîsta jin û hevjiyana azad pêşkêş kir. Pêş sê salan jî jineolojî weke zanîstek nû derbasî qonaxek pratîkî bû bi taybetî li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê. Her wiha fakûlteya jineolojî li Rojava heye.

 

(sk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin