Smiley face
sorani
Smiley face

Artêşa Tirk Kobanê topbaran dike

2018-01-18 12:07:53
Artêşa Tirk a dagirker piştî Efrînê, gundê Zormixarê yê rojavayî bajarê Kobanê bi awayekî dijwar topbaran dike.



 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeyeke ajansa anha’yê Artêşa Tirk a dagirker, gundê Zormixarê yê li ber qeraxa çemê Firatê, ji saetên sibehê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.

 

Her wiha têgotin ku artêşa dagirker ji noqteyên xwe yên di axa Bakurê Kurdistanê de  gundê navborî topbaran dike.

 

Heta niha derbarê encamê de tu agahî nehatin bidestxistin.

 

Gundê Zormixar 30 km li rojavayî bajarê Kobanê ye. Li beramberî gund bajarê Cerablûs ê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye û li aliyê wê yê bakur jî sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

 

Ev çend rojin artêşa Tirk a dagirker gundên Efrînê topbaran dike û sewqiyata leşkerî ya ji bo dagirkirina Efrînê berdewam dike.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin