Smiley face
sorani
Smiley face

Hunereke tije ked, heqdesta wê kêm: Ferş

2018-01-18 11:51:27
Kargeha ferş çêkirinê ya bajarê Silêmanî bi keda destê jinê tê birêve birin û hemû karkerên wê jinin. Tevî ku jin ked û hewldaneke mezin jî didin lê, heqdesta xwe nagirin.


 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ


 

Kargeha ferş çêkirina ya bajarê Silêmanî ev 20 sale heye û Di sala 1997’an de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye vekirin. Di sala 2006’an de bi fermana Desteya Wezîran a Herêmê bi Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ve hate girêdan. Şaxê vê kargeha ferş çêkirinê li Herîr, Dihok, Hewlêr, Kesnezan û Behirke heye.

 

 

Berê ku 120 karker di têde dixebitî niha tenê 50 jin di têde kar dikin. Li Başûrê Kurdistanê du kargehên din jî li bajarê Teqteq û Kifrî hebû ku wana hirî çêdikirin, hiriyê dirêsan û reng dikirin. Lê niha herdu kargeh ji ber qeyrana aborî kar nakin. Tevî ku malzemeyên van kargehan li Kurdistanê heye jî lê, hikûmet malzemeyan ji derve û bi taybet jî ji Îranê dikire.

 

 

Beşek ji kargeha ferş çêkirinê ya Silêmanî di nava xwede çend beş çêkiriye ji vana Berik, secade û hesîrên tibbî çêdikin. Ev hesîra ku li vê kargehê de tê çêkirin ji aliyê bijîşkan ve ji bo nexweşên romatîzma tê pêşniyar kirin ku bi pêxasî di ser re biçin bên, ji bo nexweşiya wan kêm bibe. Meznahî û giraniya ferşan tê guhertin û gelek cûreyên xwe hene. Hinek tablo û nexşeyên cûda jî bi rêya hejmarên ku li ser kompîter hatiye nivîsîn tê çêkirin. Li van hejmaran temaşe dikin û tabloyan dirêsin.

 

 

Qeyrana aborî ya li Başûrê Kurdistanê bandorê li berhemên herêmî jî kiriye ku neyên firotin. Ev kargeha ferş û mehfûran jî ji ber rewşa xirab ya aborî berhemên wê nayê firotin. Ji lewma ancax salane pêşengeha vana tê çêkirin ancax bi vî awayî dikarin bifiroşin.

 

Karkerên vê kargehê ji rewşa heyî bêzar û perîşanin. Ji ber tevî ev keda mezin a didin jî desthilat di mijara dabîn kirina pêwîstiyên wan de xemsar nêz dibe, nirxê karê wan daketiye û weke her timî qîmet û rêzek jêre nayê dayîn.

 

Perwîn Qadir ku temenê xwe 30 saliye û ev 14 sale bi hêz û keda xwe ya dest û roniya çavê xwe  berhem derdixîne dibêje; “Ez her cûre ferşek çêdikim. Lê, niha karê me kêm bûye. Em desthilat jî rexne dikin  û hêvîdarin ku keda jinên karker bibînin.“

 

 

Jineke din a li vê derê berpirsa beşekiye Xerman Mihemed jî wiha axivî: “Karmend li vir pir diwestin û kedeke mezin di ber van berheman de didin. Ev rewşa rewşa herêmê ya nebaş bandoreke xiraptir li ser wan jî dike. Em van zehmetiyan bi hevkariya bihevre û alîkarî dayîna hev derbas dikin.”

 

 

Hêjayî gotinêye ku dem dirêj ferş çêkirin seqetî û nexweşiyên cidî bi xwere tîne. Bi taybet lewaz kirina çav, dîska kemer, pirsgirêkên stû, nefes û gelek nexweşiyên din yên mayînde çêdike. Hem heqdesta ev keda mezin kême hem jî ev jin ji tendûristiya xwe jî dibin.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin