Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî sibe kongreya xwe lidar dixe

2018-01-18 11:51:37
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê sibe li bajarê Silêmanî kongreya xwe ya damezrandinê ya ji bo fermiyetê lidar dixe.


 

 

ROZE MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Sibe saet 10:30’ê li bajarê Silêmanî Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê yekemîn kongreya xwe ya damezrandinê ya ji bo fermiyetê bi tevlîbûna zêdetirê 700 delege û mêvanan lidar dixe.

 

Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di 17’ê Cotmeha 2014’ê de hatiye damezrandin. Heya niha xebatên xwe li seranserê Başûrê Kurdsitanê dida meşandin. Di 4’ê Kanûna 2017’ê de jî ji aliyê Iraqê ve weke partiyek siyasî bi fermî hate naskirin. Ji lewma ev kongre herçende ne kogreya yekemîn jî be di hêla fermiyet girtina li Iraq de weke kongreya damezrandinê ya yekemîn tê binav kirin. 

 

Di 2015’ê de li Iraqê yasayek ji bo partiyên siyasî hate derxistin û niha li gor vê yasayê danûstandina li gel pariyên siyasî dike. Her li gor vê yasayê û hejmara 139, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê mafê fermîbûnê wergirt.

 

Her wiha bi pêy yasaya divê sîstema serokatî û rêveberiyê hebe. Belê Tevgera Azadî xwedî sîstema hevserokatiye û li gor vê jî xebat dimeşîne.

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin