Smiley face
sorani
Smiley face

Cansiz, Dogan û Şaylamez hatin bîranîn

2018-01-17 18:51:07
 Li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez bi semînerekê hatin bîranîn.


 

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Di salvgera 5’an a komkujiya Parîsê  de sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9’ê Çile li Parîsê hatibûn kuştin, li Hola Welî Dêwane ya navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê bi semîrekê hatin bîranin. Bi dehan kes beşdarî semînerê bûn.

 

Di semînerê de Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Tatanî axivî û bal kişand li ser têkoşîna hersê jinên şoreşger û wiha axivî; "Armancekî mezin a hevalên hatin şehîdkirin hebû, armanca wan rizgariya gelê Kurd û pêşxistina xebatên jinan bû. Niha bi taybet jin û gelê Kurd ji peyama wan têgihiştîne.  Niha bi hezaran jinên bi destê wan jinên şehîd hatîn perwerdekirin xebatê berdewam dikin."

 

 

Zîlan Tatanî axaftina xwe wiha berdewam kir; "Erka me jinane em weke heya niha xebata pîroz a şehîdan zêdetir berfireh û berdewam bikin. Xebata wan a ji bo jinan û azadiyê bigihîn serî."

 

Di dawiya semînerê de sînevîzyona derbarê jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatî amadekirin, hate nîşandan.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin