Smiley face
sorani
Smiley face

DAIŞ'ê êrîşî hêzên Iraqê yên li Mexmûr kir

2018-01-14 15:09:46
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî nuqteya Quşne ya dikeve di navbera navçeya Mexmûr û bajarokê Baqirtê kirin. Tê gotin ku kuştî û birîndar ji herdu aliyan hene.


 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR


 

Li gorî agahiyên ji polîsên federal ên li Mexmûr hatine girtin, îro di saet 13:30'an de çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtekî bombebarkirî a xwekujiyê êrîşî nuqteya Quşne ya dikeve di navbera navçeya Mexmûr û bajarokê Baqirtê kirine û pişt re jî di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Iraqê de şer qewimî ye.

 

Li gorî heman çavkaniyê ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

 

Nuqteya gundê Quşne 3 kêlometreyan ji navçeya Mexmûr a Mûsilê dûre.

 

Di 17'ê Cotmehê de hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê navçeya Mexmûr vala kirin û hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ketinê.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin