Smiley face
sorani
Smiley face

Îran hem binçav kir hem jî barê wî da ber agir

2018-01-14 10:49:02
Hêzên rejîma Îranê kasibkarekî Kurd binçav kir, paşê wesayîta wî û barê di navê de tev da ber agir.  


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Li gorî nûçeya, Kanala Telegram ya Kolbernews, duh li gundê Xeyrî yê bajarê Saqiz a parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, polîsên Îranê  wesayîta kasibkarekî Kurd yê bi navê Mihemed Pûr gulebaran kirin, piştî ku kasibkar binçav kirin, wesayîta wî tevî barê ku di navê de şewitandin.

 

Hêjayî gotinêye ku hikûmeta Îranê kasibkarên Kurd ên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê barên weke xwardemenî yanjî cil û berg vediguhezin weke qaçaxçî bi nav dike û timî rastî êrîşên hêzên çekdarî yên Îranê tên. Gelek caran bar û wesayîtên wan dişewitînin û wana bin çav dikin û dikûjin. Berê niha demekî li Hemedanê jî kasibkarekî Kurd hate kuştin û hevalê wî birîndar bû.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin