Smiley face
sorani
Smiley face

HSDK: Dibe hilbijartinên Herêm û Iraqê were paşxistin

2018-01-13 15:47:26
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (HSDK) Mihemed Hacî Mehmûd eşkere kir ku dibe ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê ji bo meha Îlonê were paşxistin û got ku îhtîmal heye ku hilbijartinên Iraqê jî werin paşxistin.


 


 

ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (HSDK) Mihemed Hacî Mehmûd ku beşdarî  merasîma eşkerekirina rapora binpêkirina mafê rojnamegeran a ji aliyê Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamegeran ve îro li Otela Ramada ya Silêmaniyê hatî lidarxistin de bûyî, têkildarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (HSDK) Mihemed Hacî Mehmûd wiha axivî: "Qanûneke Bingehîn ya Iraqê heye, divê em tev vêya li ber çav bigirin. Bi dîtina min, ya herî baş ewe ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê beriya hilbijartinên giştî yê Iraqê were kirin. Ji bo Kurd bi guhertinê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin. Lê dibe ku ji ber daxwazên partiyan hilbijartinên Herêma Kurdistanê werin paşxistin."

 

Mehmûd eşkere kir ku dibe hilbijartinên Iraqê jî ji ber daxwazên Sunneyan werin paşxistin û wiha pêde çû; "Her çiqas hikûmetê dema hilbijartinê diyar kiribe jî lê dibe ji ber daxwazên Sûnneyan hilbijartin were paşxistin. Her wiha dibe ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di meha Îlonê de pêk were."

 

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (HSDK) Mihemed Hacî Mehmûd bal kişand li ser hevgirtina Kurdan a di hilbijartinan de  û wiha destnîşan kir; "Raste wê yek lîsteyî bibe sedema bihêzbûna dengê Kurdan û divê em yekgirtî bin. Lê mixabin, Kurd ne yekgirtîne. Ji ber aliyên Kurd biqasî ku li dengan û desthilatê digerin, li çareseriya krîza ku gel niha di navê de dijî nagerin.”

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin