Smiley face
sorani
Smiley face

Ebadî: Herêma Kurdistanê di 2017’ê de 9 tiriliyon dînar petrol firotiye

2018-01-09 20:51:14
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ew dehata Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê qezenc kiriye, li bankên herêmê nehatiye qeydkirin û got; “Di 2017’ê de Herêma Kurdistanê 9 tirîliyon dînar petrol firotiye.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro êvarê peyama xwe ya hefteyê pêşkêş kir. Ebadî di peyama xwe ya hefteyê de bal kişande ser dehata petrola Herêma Kurdistanê û got; “Ew dehata ku Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bidest dixe, li bankên Herêma Kurdistanê nehatiye qeydkirin.”

 

Ebadî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di 2017’ê de qasî 9 tiriliyon dînar petrol firotiye û got ku dehatek din jî heye lê nehatiye eşkerekirin.

 

Ebadî got; “Hikûmeta Iraqê wê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bişîne, ne mûçeyê hizban. Ew dehata ku Herêma Kurdistanê bi firotina petrolê bidest dixwe, li bankên Herêma Kurdistanê nehatiye qeydkirin.”

 

Ebadî diyar kir ku rayedarên Herêma Kurdistanê di pêkanîna sozên xwe yên di çarçoveya xistina meriyetê ya destûrê de dane ne cidîne.

 

Têkildarî projeyasaya bûdceya Iraqê jî Ebadî got; “Sedemên ne pejirandina bûdceyê nikarin bên bawerkirin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin