Smiley face
sorani
Smiley face

Di sala 2017’an de li Iraqê çi qewimî?-Panorama

2017-12-28 10:21:04
Iraq ku yek ji welateke sereke ya Rojhilata Navîne û her wisa di navenda bûyer û pêşketinên herêmê de cih digire, saleke tijî bi pevçûn, nakokî û aloziyên siyasî li pey xwe hişt. Du bûyerên sereke yên li Iraqê rû dan bi dawî hatina çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka Iraqê û her wiha pêk hatina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, her wiha dagirkirina Kerkûk û herêmên nakok ji aliyê hêzên Iraq û Heşdî Şebî ve bû.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Iraq saleke bi liv û tevger, germ, tije nakokî û pevçûn li paş xwe de hişt. Nakokiyên hikûmeta federal a Iraqê li gel hikûmeta herêmî ya herêma Kurdistanê, dûbare girtina herêmên dikevin sînorê 140 de, paqijkirina Iraqê ji çeteyên DAIŞ’ê rojevên sereke yên Iraqê bûn.  

 

Di 2’ê Çileya 2017’ê de Serokê Fransa, Franso Holland serdana Bexda kir û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ve hate pêşwazîkirin. Di vê serdanê de Holland cardin piştgiriya xwe ya ji bo Iraqê di şerê dijî DAIŞ’ê de dubare kir. Di dema serdana Franso Holland li Bexdayê de teqîn çêbû. Di teqînê de nêzî 30 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn. Her wiha teqînek din li Necef çêbû, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

 

 

Hêzên Iraqê ku operasyona kontrolkirina Mûsilê ya dibin navê ‘Wa hatin Nînowa’ di 17’ê Cotmeha 2016’ê de dabû destpêkirin, yek ji rojevên serekî ya çapemeniya Iraq û cîhanê de bû. Iraq di sala 2017’ê de Mûsilê kontrol kir û Iraqê bi temamî ji DAIŞ'ê paqij kir.

 

 

Di 7’ê Çileya 2017’ê de Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim serdana Iraqê kir. Ev jî yekem serdana fermî ya rayedarên Tirk bû ji bo Iraqê ku piştî aloziyên navbera Iraq û Tirkiyê li ser destwerdana artêşa Tirk û dagirkirina xaka Iraqê, dibin navê şerê dijî DAIŞ’ê de.

 

 

Di serdanê de Ebadî ji Yildirim xwest ku leşkerên Tirk ji ser xaka Iraqê vekişe. Li hemberî vê jî Yildirim ji Iraqê daxwaz kir ku li rex wan şerê PKK’ê bikin û hêzên PKK’ê ji Şengalê derbixin. Yildirim piştî Bexdayê berê xwe da Hewlêrê jî û di dema daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Yildirim ji PKK’ê re got ‘terorîst’. Lê, Barzanî ti helwestek nîşan neda û bêdeng ma. Ev bêdengî û helwesta Barzanî bû cihê nerazîbûna welatiyên Kurd.

 

Di 27’ê Çileya 2017’ê de Serokê nû yê DYA Donald Trumb biryara qedexeya serdana 7 welatan ji bo Amerîka da. Iraq yek ji wan welatan bû. Ev jî bû cihê berteknîşandana rayedarên Iraqê û di 30’ê Çileya 2017’ê de Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe de biryar da ku ‘ger DYA biryara xwe ya li hemberî Iraqê venekişîne, wê Iraq jî li hemberî wan heman biryarê bigire’. Ji ber vê jî di Adara 2017’ê de DYA biryara derxistina navê Iraqê ji vê lîsteyê da.

 

Di Sibata 2017’ê de Komên Tehrîr li navenda Iraqê xwepêşandan kirin. Xwepêşanderan daxwaza guhertina Komisyona Bilind a Hilbijartinê û yasaya hilbijartinê kirin. Her wiha daxwaza têkoşîna dijî gendeliyê (nelirêtiyê) kirin. Di navbera wan û hêzên ewlehiyê de rageşî derket, 4 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 

 

Muqteda Sedr pêşengiya xwepêşandanan dikir. Sedr diyar dikir ku komisyona hilbijartinê ne serbixwe ye û dibin destê aliyên siyasî de ye.

 

Her wiha 2017’ê li Iraqê dîsa saleke tije teqîn bû, gelek rêze teqîn rû dan. Di 17’ê Sibata 2017’ê de li paytexta Iraqê, Bexda teqînek pir mezin pêk hat. Di teqînê de 45 hatin kuştin û 49 jî birîndar bûn.

 

 

Iraq ê bi berdewamî daxwaz kir ku dewleta Tirk hêzên xwe ji ser xaka Iraqê derbixe. Ji bo vê jî di 7’ê Adara 2017’ê de Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Cehferî ji welatên Ereb daxwaz kir ku zextê li ser Tirkiye bikin ku leşkerên xwe ji Iraqê derbixe. Di 14’ê Adara 2017’ê de jî Heyder Ebadî bi rêya telefonê bi Serokê Tirk Bînalî Yildirim re axivî û daxwaz kir ku hêzên xwe ji ser xaka Iraqê bikişînin.

 

 

Di 28’ê Adarê de Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê biryar da ku ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê daliqîne. Ev jî bû sedema nerazîbûna beşek Ereb û Tirkmenên Kerkûkê. Lê, hêzên Kurd li ser hildana alê bi israr bûn. Di dawiyê de jî hêzên Kurd ên li ser bilindkirina alê û referandûma serbixwekirina herêma Kurdistanê de bi israr bûn bajarê Kerkûkê bi temamî ji dest dan.

 

 

Di Adara 2017’ê de çapemeniya Herêma Kurdistanê û Iraqê cihek berfireh ji referandûmê re cûda kir. Di 24’ê Adarê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  di peyamek xwe de wiha got; “serbixweyiya herêmê wê me hemûyan bike yek. Peywendiya navbera Başûr û Iraqê de weke kîracî û xwediyê malê ye.”

 

Di dewama vê de berdevkê ofîsa ragihandina Desteya Wezîran Seîd Hedîsî di 9’ê Hezîrana 2017’ê de wiha got, “Hikûmeta Iraqê di peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê de şertên siyasî û qanûnî esas digire.”

 

Di 9’ê Hezîrana 2017’ê de DYA ragihand ku ew li gel yekbûna Iraqê ne û referandûm wê bandoreke nebaş li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike. Her wiha Îran û Tirkiyê jî dijatiya xwe ya ji bo pêkhatina referandûmê anîn ziman.

 

Di 10’ê Tîrmeha 2017’ê de Ebadî kontrolkirina tevahî bajarê Mûsilê ragihand.

 

Di 20’ê Tîrmehê de Emar Hekîm xwe ji serokatiya Hevpeymaniya Niştîmanî kişand û eniyek nû bi navê ‘Teyarî Hekîmî Niştîmanî’ ava kir.

 

Di 14’ê Tebaxa 2017’ê de Lijneya Bilind a Komisyon û Lêkolînê ya Herêma Kurdistanê serdana Bexda kir, ji bo guftûgoya li gel rayedarên Iraq û balyozxaneyên welatan ên li Iraqê li ser pirsgirêkên heyîn bikin. Di serdanê de hemû aliyan û rayedarên Iraqê diyar kirin ku ew daxwaz dikin Herêma Kurdistanê li gel Iraqê li ser bingehê destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

 

Di 20’ê Tebaxê de Ebadî destpêkirina operasyona kontrolkirina navçeya Telafer ragihand û di 31’ê Tebaxê de jî Telafer bi temamî hate kontrol kirin.

 

20’ê Tebaxa 2017’ê Meclisa Rêveber a Şengalê projeya xwerêveberiya demokratîk a ji bo rêveberiya herêmên Êzidiyan, xizmetkirina ji bo gelê Êzidî û ji nûde avakirina Şengalê, ragihand. Ev jî dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, tevlîbûna nûnerê Iraqê, hikûmeta herêm û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de hate ragihandin. Her wiha diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Şengalê alikariya Bakûrê Sûriyeyê bikin.

 

 

Bi demê re li Iraqê her ku diçû bertekên li dijî referandûma Herêma Kurdistanê zêde dibûn. Di 12’ê Îlonê de Parlamentoya Iraqê ku nûnerên Kurd ne amade bûn, bi dengên zêde pêkhatina referandûmê red kir û dijî destûrê diyar kir. Her wiha parlamentoyê hikûmeta Iraqê ji bo pêşîgirtina li pêkhatina referandûmê hemû rêyên pêwîst bikar bîne, erkdar kir.

 

Di 14’ê Îlona 2017’ê de Parlamentoya Iraqê biryara ji kar avêtina Weliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm da. Ev jî ji ber ku Necmedîn Kerîm di Adara 2017’ê de biryara hildana ala Herêma Kurdistanê li Kerkûkê dabû bû. Necmedîn Kerîm ev biryara Parlamentoya Iraqê weke biyareke  ‘siyasî’ binav kir. Lê Necmedîn Kerîm ji 64 dosyeyên gendeliyê  jî hate tewanbarkirin.

 

Di 16’ê Îlona 2017’ê de parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya û biryar da ku di 25’ê Îlona 2017’ê de referandûma Herêma Kurdistanê bê kirin û neyê taloqkirin. Piştgiriya pêkhatina referandûmê kir. Ev jî yekem civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bû piştî paşxistina parlamentoyê di Cotmeha 2015’ê de.

 

 

Bi nêzikbûna dema pêkhatina referandûmê re, nerazîbûnên navnetewî yên dijî pêkhatina referandûmê jî zêde bûn. Her wiha civaka navnetewî bi berdewamî di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgiriya Iraqê kirin. Çend rojan pêş pêkhatina referandûmê jî, Ebadî bê tevlîbûna hêzên pêşmerge operasyona kontrolkirina navçeya Hewîce da destpêkirin.

 

Di 21’ê Îlona 2017’ê de hersê dewletên Îran, Iraq û Tirkiye li ser dijbertiya referandûmê li hev kirin.

 

Rojek pêş pêkhatina referandûmê yanî 24’ê Îlonê, Ebadî li ser çapemeniyê bi zimaneke hişk rexneyê li rayedarên Herêma Kurdistanê  kir û ew bi ‘gendelî, windakirina serwetê gel, xerab bi rêvebirina welat’ sûcdar kir. Her wiha Ebadî got, “Ji bo parastina yekparçebûna xaka Iraqê gelek rê hene ku em, serî lê bidin.”

 

 

Di 25’ê Îlona 2017’ê de li Herêma Kurdistanê referandûm hate kirin. Komisyona Bilind a Hilbijartinê diyar kir ku rêjeya dengdendêrên referandûmê ji sedî 16.75 bûye. Ji vane jî ji sedê 92’an dengê erê bikar anîne.  Di yekem nerazîbûna dijî referandûmê de jî, Ebadî diyar kir ku li gor biryara Dadgeha Îthadî referandûm ne destûrî ye û got; “Em ne amadene li ser encama referandûmê guftûgo bikin.”

 

 

Di 27’ê Îlona 2017’ê de Parlamentoya Iraqê biryar da ku artêşa Iraqê li herêmên bi nakok (li ser madeya 140) bên bicihkirin. Her wiha berpirsên pêkanîna referandûmê bên cezakirin. Deriyên sînorê Herêma Kurdistanê bên girtin.

 

Her di 27’ê Îlonê de Encûmena Bilind a Referandûmê civiya û biryar da ku guftûgo li gel Iraqê bikin. Encûmena Bilind a Referandûmê navê xwe guherî, kire ‘Encûmena Rêveberiya Siyasî ya Kurdistana-Iraqê’.

 

Di 2’ê Cotmehê de ofîsa Serokweziriya Iraqê daxwaz kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê encama referandûmê betal bike û gav bi paşve biavêje û ji bo yekparçebûna xaka Iraqê girêdayî guftûgoyên li ser esasê destûrê bimîne.

 

Di 3’ê Cotmeha 2017’ê de Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî wefat kir. Di 6’ê Cotmehê de cenazeyê Talebanî ji Almanya gihîşt balefirgeha Silêmaniyê ya navnetewî. Bi tevlîbûna nûner, berpirsên siyasî, rêxistin û gelek kesayetên navxweyî û derve li Silêmanî merasîm jê re hate lidarxistin. Di heman rojê de cenazeyê Talebanî li Girê Debaşan ê Silêmaniyê hate defnkirin.

 

 

Di 5’ê Cotmehê de navçeya Hewîce ya girêdayî Kerkûkê bi temamî hate kontrolkirin. Piştre artêşa Iraqê berê xwe da parêzgeha Enbar a li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê. Ev jî bi armanca kontrolkirina sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê de bû.

 

Di 9’ê Cotmehê de hate ragihandin ku hejmara penaberên ji Nînowa, Hewîce û Qaîm ji 17’ê Cotmeha 2016’ê heya 9’ê Cotmeha 2017’ê gihaye milyonek, 140 hezar û 388 kesî.

 

 

Roja 15’ê Cotmehê bi tevlîbûna beşek ji berpirsên PDK û YNK’ê, bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm li bajarokê Dûkan ê Silêmaniyê civînek hate lidarxistin. Piştî civînê di daxuyaniyê hatin dayîn de, hate diyarkirin ku di civînê de bal hatiye kişandina ser dewamkirina hewldanên guftûgoya li gel Bexda ku şer çênebe. Belê Ebadî li ser redkirina encama referandûmê bi biryar bû. Her wiha girtina deriyên sînor û balefirgehan.

 

Di 16’ê Cotmehê de hêzên Heşdî Şebî êrîşê herêmên bi nakok kir, Xurmatû û Kerkûk kontrol kirin. Lê, di navbera hêzên pêşmerge û Heşdî Şebî de cih cih pevçûnên dem kurt rû da. Di encamê de 60 pêşmerge şehîd bûn û nêzî 150 pêşmerge jî birîndar bûn. Ev pêşmerge jî hemû ji hêzên YNK’ê bûn.

 

 

Di 17’ê Cotmeha 2017’ê de hêzên Heşdî Şebî Mexmûr, beşek ji Şengal, Xaneqîn, Celawla kontrol kirin. Lê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li cihê xwe man û Şengal bernedan.

 

Di heman rojê de hêzên artêşa Iraqê ber bi bajarê Hewlêr ve çûn û bajarokê Pirdê yê dikeve navbera Kerkûk û Hewlêr de kontrol kirin. Her wiha hikûmeta Iraqê bi desteka Îran û Tirkiyê li ser biryara xwe ya kontrolkirina herêmên sînor bi israr bû. Civaka navnetewî ji Iraqê re ronahiya kesk pêxistibû ku desthilata xwe li gelemperiya Iraqê bide rûnişkandin.

 

Di dawiya meha Cotmehê de peywendiyên navbera Iraq û Tirkiyê de pêş ketin. Ev jî di demek ku di destpêka salê de alozî di navbera herdû dewletên Iraq û Tirk li ser hatina leşkerên Tirk ser xaka Iraqê de hebûn. Di 25’ê Cotmeha 2017’ê de Ebadî çû Tirkiye û Îranê. Di heman rojê de hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara rawestandina encama referandûmê da û ji Bexda daxwaza guftûgoyê kir. Lê, Ebadî roja piştî wê bi rawestandina encama referandûmê razî nebû. Daxwaza belatkirina encama referandûmê û girêdayîna bi destûrê kir.

 

Di 29’ê Cotmehê de parlamentoya Herêma Kurdistanê civiya û biryara parvekirina desthilata Serokatiya Herêma Kurdistanê da û bi vî şêweyî postê Serokatiya Herêma Kurdistanê hilweşiya.

 

Li gel daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo guftûgoya li gel Bexda jî, hikûmeta Iraqê li ser pêkanîna desthilata xwe li gelemperiya Iraqê bi israr bû.

 

Di 20’ê Mijdarê de Dadgeha Îthadî ya Iraqê biryar da ku referandûma Herêma Kurdistanê ne rewa ye  û di heman rojê de biryara hilweşandina encama referandûma Herêma Kurdistanê da.

 

 

Di 25’ê Mijdarê de Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel aliyên siyasî û rayedarên Herêma Kurdistanê civiya. Armanca serdana Mehsûm jî guftûgokirina li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda, rewşa Kerkûk û rewşa YNK’ê bû. Ancax bê ti encamekî berbiçav çêbibin, hewldanên serokkomar bi dawî bûn.

 

Ev hewldana Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di demekî de bûn ku di pêşniyarqanûna bûdceya Iraqê ya 2018’ê ji bû Herêma Kurdistanê ji sedî 12,67 hatiye diyarkirin. Ev jî ji salên borî kêmtir bû ku ji sedê 17 bû. Lê, ev beşa bûdce hîna ji aliyê parlamentoya Iraqê ve nehatiye erê kirin. Niha Parlamentoya Iraqê di betlanê de ye  û dibe ku piştî serê sala nû li ser para bûdceya Herêma Kurdistanê biryar bê dayîn.

 

 

Di 9’ê Kanûnê de Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yên Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku li Iraqê DAIŞ nema û bi temamî di şerê dijî DAIŞ’ê de serketine û hemû xaka Iraqê ketiye bin kontrola hêzên Iraqê de.

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin