Smiley face
sorani
Smiley face

Li Kerkûkê şanoya ‘aştî û jiyana bi hevre’ hate pêşkêşkirin

2017-12-26 18:51:48
Li bajarê Kerkûkê ji aliyê koma şanoger a Gulden Stayc şanoyek bi navê ‘Aştî û jiyana bi hev re’ hate pêşkêşkirin.


 

 

RÊBAZ SELAH/ KERKÛK


Îro êvarê li navenda Rewşenbîrî û Hunerî ya Diyalog li Kerkûkê şanoyek binavê ‘Aştî û jiyana bi hev re’ hate pêşkêşkirin.

 

Naveroka şanoyê  li ser parçebûna netewan, her wiha hatina terorê û têkoşîna dijî wê ku ti aliyek nikare bi tena xwe li dijî raweste bû. Piştre aştî tê, hemû netew dibin yek sîwanê de dibin ye, tifaqa xwe çêdikin û bi hev re terorê tine dikin. Hemû dest didin hev û dibêjin ‘em bi aştiyê serdikevin’.

 

Her wiha di beşek din ê şanoyê de hate dikirin ku yên karê terorî dikin ne tenê terore, terora fikrî, spasî, tundûtûjiya dijî jinan, zewicandina keçan di temenê biçûk de, gendelî, zextkirin û weke din ku hemû cûrek ji terorê ye. Ev hemû jî takekesê civakê û niştîman xerab dikin.

 

 

 

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin