Smiley face
sorani
Smiley face

‘Nêzî salekê ye wezîfeya Serokê Desteya Mafê Mirovan bi dawî bûye’

2017-12-16 15:29:35
Nêzî salekê ye dema qanûnî ya wezîfeya Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan ku ji aliyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ve tê hilbijartin bi dawî bûye. Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan daxwaz ji parlamentoyê kir ku mijarê çareser bike.


 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 

Ji serê salê ve dema qanûnî ya wezîfeya Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan bi dawî bûye. Serokê Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan divê ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin.

 

Têkildarî sedema ku Serokê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan li ser kar maye, endama Rêveberiya Giştî ya Navenda Qanûnî ya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Tavge Emer ji ajansa me re wiha got; "Demek dirêj e parlamentoya Herêma Kurdistanê karên xwe nekiriye. Vê bandor li ser karê me jî kir. Ji ber ku serokê desteyê divê ji aliyê parlamentoyê ve were erêkirin."

 

 

Tavge Ehmed wiha domand; "Piştî ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kir, me bi daxwaznemeyek fermî ya nivîskî daxwaz ji Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir ku vê mijarê çareser bike û erka xwe pêk bîne."

 

(ab/rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin