Smiley face
sorani
Smiley face

Koma Keçên Çilkezî dixwaze bibe dengê jinên Behdînan

2017-12-16 14:57:44
Koma Keçên Çilkezî bi stran û defê dengê resen zindî dikin, diyar kirin ku ew dixwazin ji bo bihîstina dengê jinên Behdînan bibin piştevan.


 

 

SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS

 

 

Koma Keçên Çilkezî ku ji bajarê Duhokê bi alîkariya Rêxistina PDO hat îro Silêmaniyê û saet 11.00'an li Parka Nalî ya li Silêmaniyê bi lêdana defê û stranan çalakiyek li dar xistin.

 

 

Çalakiya Koma Keçên Çilkezî di çarçoveya Kampanyaya li Dijî Tundiyê ya li Hemberî Jinan pêk hat.

 

Derhêner û Bepirsa Koma Keçên Çilkezî Viyan Mayî têkildarî armanca çalakiyê ji ajansa me re wiha got; "Bi armanca azadiya mirov, azadiya jin û çandê û parastina rastiya jinê me ev çalakî pêk anî. Em dixwazin piştgiriyê bidin jinên Behdînan. Ditirin derkevin nava civakê. Ditirsin beşdarî çalakiyên civakî bibin. Armanca me pêşxistina çand û zindîkirina stranên resen ên di nava civaka Kurd û bi taybet dengê jinên stranbêj ên resen e."

 

 

Viyan Mayî diyar kir ku divê hemû jin piştgiriyê bidin hevdu û divê di pêşerojê de li Kurdistanê bi hev re piştgiriya jinên din jî bikin.

 

 

(ab/rn)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin