Smiley face
sorani
Smiley face

Li Başûr di mehekê de zêdeyî 800 caran erd hejiya

2017-12-12 15:17:03
Rêveberê Giştî yê Hewanasî û Erdhejê yê Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm diyar kir ku di nava mehekê de zêdeyî 800 caran li Başûrê Kurdistanê erd hejiyaye û got ku wê heya çend salên din li Başûrê Kurdistanê erdhejên dijwar çênebin.


 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

 

Di 12'ê Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê erdhejek e bi şîdeya 7.2 pile pêk hat û duh jî du erdhejên bi şîdeta 6 û 4.9 çêbû, her wiha îro li bajarê Kirman ê Îranê jî erdhejek bi şîdeya 6.2 çêbû.

 

Rêveberê Giştî yê Hewanasî û Erdhejê yê Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got; "Di vê meha bihurî de zêdeyî 800 caran li Herêma Kurdistanê erdhej çêbûye. Lê şîdeta wê kêm bû. Tenê amûrên erdhejê pê hesiyane. Di warê zanistî de ev tiştekî asayî ye. Her wiha çend erdhej jî welatî pê hesan e. Di warê zanistî de erdhej li ku derê çêbibe, erd diheje û piştre dişide, heya çend salan dubare nabe."

 

Fazil Îbrahîm herî dawî got; "Ez hêviyê ji welatiyan dikim ku xwe ji axaftinên li ser tora civakî yên li ser erdhejê tên kirin dûr bigirin. Xwe rehet hîs bikin. Ji ber ku erdheja bihêz tenê di 12'ê Mijdarê û duh çêbû. Wê piştî heft rojên din li tevayî Herêma Kurdistanê pêleke baranê bê. Dibe ku li cihên çiyayî berf bibare."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin