Smiley face
sorani
Smiley face

250 kes ji “Mertala Firatê” veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn

2017-12-12 14:41:12
Ji nava komên ku navê “Mertala Firatê” li xwe dikin û girêdayî Artêşa Tirk in, 250 kes veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Ev kesên ku veqetiyane destpêkê bi Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re koordîne çêkirin, piştre kom bi kom ji nava çeteyan veqetiyan û tevlî QSD’ê bûn. Koma yekemîn di mijdara 2017’an de xwe ji çeteyan xelas kir û veqetiya.

 

Kesên veqetiyane dan xuyakirin ku danûstandina serçeteyên “Mertala Firatê” û Artêşa Tirk bi wan re pir xerab bû û gotin “Îdîayên Artêşa Tirk û çeteyan ên ji bo rizgarkirina herêma ji rastiyê dûr in. Armanca wan a sereke ew e ku Tirkiye herêmê dagir bike da serdema Împaratoriya Osmanî vegerîne.”

 

Kesên veqetiyan diyar kirin ku hemû komên di bin sîwana Tirkiyeyê de tevdigerin dizî û talaniya welatiyên sivîl û koçber dikin. Ew komên hanê bi tawanbariya “Ev kes girêdayî DAIŞ an jî rêjîmê ne” mal, milk û maşîneyên welatiyan talan dikin.

 

Ev kesên ji nava çeteyên Tirkiyeyê reviyane, destnîşan kirin ku komên “Mertala Firatê” tenê armanca wan komkirina dolaran e û ji ber vê yekê roj bi roj di navbera wan nakokî zêde dibin û şerê hev dikin.

 

Van kesên ku ew jî berê endamên van koman bûn, bal kişandin ser wê yekê ku Artêşa Tirk bi çavekî penaberiyê li kesên ji herêmê dinêrin û ev kes ne xwedî vîn in.

 

Ev kesên veqetiyayî bi lêv kirin ku ji Dêrazorê zêdetirî 300 kes di nava komên “Mertala Firatê” de hatin kuştin, niha jî ev komên çete li dijî koçberên ji Dêrazorê derdikevin û dixwazin wan ji herêmê derxînin.

 

Van kesan bang li ciwanên herêmê kirin ku ji nava çeteyên “Mertala Firatê” veqetin û tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin da ku herêmê ji dagirkeriya Osmanî ya nû rizgar bikin.

 

Çekdaran destnîşan kirin ku îdîa û gotegotên Artêşa Tirk a Dagirker der barê QSD’ê de, ne rast in û armanc ji wê yekê ew e ku navê QSD’ê reş bikin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin