Smiley face
sorani
Smiley face

Li dijî gundekî Germiyanê êrîşa bi helîkopteran - HAT NÛKIRIN

2017-12-12 13:06:26
Du helîkopterên şer ên nayê zanîn aîdî ku derê ne gundê Qela yê ser bi bajaroka Zinnane yê ser bi îdareya Germiyanê bomberan kirin.



 

 

HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN 

 

 

Du helîkopterên şer ên nayê zanîn aîdî ku derê ne gundê Qela yê ser bi bajaroka Zinane ya girêdayî îdareya Germiyanê  saet 12:00’an bombebaran kirin.

 

Îro ji aliyê navçeya Xurmatû ya Selahedînê ve saet 10.30'an de du guleyên hewanê li gundê Qum Pelk ê bajaroka Zinane ya Germiyanê ketin.

 

Niştecihên gund ragihandin ku Heşdî Şebî ji aliyê Xurmatû ve avêtine û gotin ku berî niha bi du rojan jî bi heman rengî gund topbaran kirine.

 

Ji ber ewlehiyê niştecihên gundê Qum Pelk  û koçberên berê ji ber êrişên Heşdî Şebî li gund niştecih bûbûn çûn gundên derdor.

 

Li gorî agahiyên bi dest ketine îro hêzên xwebexş jî 5 guleyên hewanê avêtine hêzên Heşdî Şebî yên li Xurmatûyê, di encama wê de endamekî Şeşdî Şebî hatiye kuşttin, 4 jî birîndar bûne.

 

Niha jî 3 gundên Germiyanê bi çekên giran tên topbarankirin.

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin