Smiley face
sorani
Smiley face

Şandeya KNK’ê bi armanca piştgiriyê serdana Mexmûrê kir

2017-12-12 12:30:36
Şandeyeke payebilind a KNK’ê serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) kir û hate gotin ku wê şande der barê êrîşa li ser Mexmûrê de hinek lêkolînan bike û di vê der barê de agahiyan ji rêveberiya wargehê bigire.


 

 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

 

Şandeyeke payebilind a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di bin serokatiya Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd de serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê kir. Hate gotin ku şande ji bo êrîşa herî dawî li wargehê pêk hatiye wê hinek lêkolînan li wargehê bike û bi berpirsên wargehê re jî hevdîtinan pêk bîne.

 

Şandeya KNK’ê saet 11.00’an ji aliyê hevşaredar, rêveberiya Meclîsa Gel û Saziya Karên Derve ve bi germî hate pêşwazîkirin.

 

Hate zanîn ku niha şande ji bo der barê ewlekarî û rewşa dawî ya wargehê de wê bi rayedarên Wargeha Mexmûrê hevdîtinek^ğ pêk tîne.

 

Nehat diyarkirin wê piştî van hevdîtinan şandeya KNK’ê daxuyaniyek bide yan na.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin