Smiley face
sorani
Smiley face

Civîna ji bo guhertina Qeymeqamê Xurmatû dîsa pêk nehat

2017-12-12 11:27:02
Civîna Encûmena Navçeya Xurmatû ya ji bo guhertina qeymeqamê Xurmatû pêk nehat.


 

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Encûmena Navçeya Xurmatû dixwaze Qeymeqamê Kurd Şelal Ebdul were guhertin û  li cihê wî qeymeqamekî nû were hilbijartin.  Dihat payîn bû duh civîna Encûmena Navçeya Xurmatû pêk were, lê ji ber ku li gorî qanûnê hejmara endaman temam nebû, bi taybet endamên Kurd amade nebûn civîn pêk nehat û ji bo îro hatibû paşxistin. Lê civîn îro jî pêk nehat.

 

Endamê Kurd ê Encûmena Navçeya Xurmatû ya Selahedînê Serdan Kerîm têkildarî mijarê wiha got, "Serokê Encûmena Parêzgeha Selahedînê em agahdar kirin ku îro jî civîn pêk nayê. Encûmen ji 21 kesan pêk tê, ji bo civîn pêk were divê 12 kes amade bin. Lê ji bo civîna îro ji Kurd amade nebûn. Hejmara Kurdan 7 û 3 endam jî Erebên serbixwe ne. Ev jî ji bo piştgiriya Kurdan beşdar nabin. Aliyek din ê Ereb jî eşkere nekiriye, piştgiriya kîjan eniyê bike. Ji ber vê yekê hejmara tê xwestin kom nebû."

 

Serdan Kerîm têkildarî sedema ku qeymeqamê Kurd venagere Xurmatû wiha got; "Ji ber rewşa aloz a Xurmatû nikare vegere."

 

Piştî ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê di 16'ê Cotmehê de êrîşî Xurmatû kirin, Kurd ji navçeyê derketin û ji ber aloziyên hene hê nevegeriyane. Qeymeqamê Kurd Şelal Ebdul jî li gorî  qanûnê hê qeymeqam e, lê hîn venegeriya ser wezîfeya xwe. Niha ji dixwazin wezîfeya wî bidin kesekî Tirkmen. Ji bo wezîfeya qeymeqamtiyê Hesen Zîn Elhabdîn weke namzet hatiye diyarkirin.

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin