Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên Îranê 4 jinên desteser kirin şandin Girtîgeha Îlam

2017-12-12 09:44:44
Sêşema bihurî hêzên rejîma Îranê girtin ser gundê Cilîz ê parêzgeha Îlam, 50 kes desteser kiribûn. Ji van 4 jin şandin Girtîgeha Îlam.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


 

Hêzên rejîma Îranê sêşema bihurî girtin ser gundê Cilîz ê girêdayî parêzgeha Îlam. Di serdegirtin û êrîşa li ser gund de jin jî di nav de 50 kes hatin desteserkirin. Hêzên Îranê heqaret li jinan kirin û gund rojekê di dorpêçê de mabû.

 

Ji wan welatiyên hatin desteserkirin hinek bi kefaletê hatin berdan. Yên din jî ku hê desteserkirî ne, ji wan jinên bi navê Terfeye Cilîzî, Hesene Cilîzî, Hemîde Serhî Cilîzî û Hemîde Cebawî şandin Girtîgeha Navendî ya Îlam.

 

Hêzên Îranê bi hinceta zeviyên gund ên Şîrketa Êtka ne êrîşî gund kirin. Lê bi salan e xelkê gund di wan zeviyan de dixebitin.

 

Welatiyên gund dibêjin niha dixwazin zeviyên wan dagir bikin, ji ber vê yekê bi hêzên leşkerî êrîşî wan kirine.

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin