Smiley face
sorani
Smiley face

Çapa 4. a pirtûka ‘Mêjoyek Ji Agir’ li Helebce hate belavkirin

2017-12-07 20:53:15
Çapa 4’emîn a pirtûka ‘Mêjoyek Ji Agir’ bi amadebûna nivîskarê pirtûkê Hesen Cûdî bi semînerekê li bajarê Helebce hate belavkirin.


 

 

CÎHAN HEWRAMÎ/ HELEBCE


Îro saetên êvarê li Pirtûkxaneya Hejar Mukiyanî, amadebûna çalakvan û xwandevanên bajarê Helebce çapa 4’emîn a pirtûka ‘Mêjoyek Ji Agir’ bi semînerekê hate belavkirin. Di semînerê de naveroka pirtûkê ji aliyê nivîskarê pirtûkê Hesen Cûdî ve hate şirovekirin.

 

Di semînerê de nivîskarê pirtûka ‘Mêjoyek Ji Agir’ Hesen Cûdî ku axivî û got; “Pirtûka Mêjoyek Ji Agir ji heft beş û 9 pêşgotin pêk tê û çapa çareme. Pirtûk li ser hevpeyvîne li gel Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik  ku yek ji damêzrênerên Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê ye. Yek ji wan 8 pirtûkên ku di çarçoveya projeya me de nivîsandiye û çap kiriye. Giringiya vê pirtûkê di wir de ye ku gotinên kesekî rastî û duristiya bûyerên nav PKK’ê şirove dike.”

 

Hesen Cûdî wiha dewam kir; “Yek ji armancên serekî ya çapkirina vê pirtûkê ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hewldanekî berfireh a ji bo reşkirina Partiya Karkerên Kurdistanê tê meşandine. Bi şêweyekî sîstematîk bi  taybetî ji aliyê herdû hizbên desthilat û hindek Îslamiyên siyasî ve ku rolek giring di belavkirina propagandaya  reşkirinê ya bi nivîskî, gotinî, xutbe û daxuyaniyên taybet dijî PKK’ê, lîstine. Ev kiryare jî xebatkirina li dijî berjewendiyên gelê Kurd e.”

 

 

Hesen Cûdî di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Di beşek vê pirtûkê de qala şêweyê derketina PKK’ê dike. Li ser çi bingehek, armanc û fikirê ava bûye, vedibêje. Beşek din jî taybet li ser sira serkeftina PKK’ê ye. Di demek de tê damezrandin ku şoreşa gelê me ya herî mezin li Başûrê Kurdistanê bi navê Şoreşa Îlonê ‘aş betal’ dike û bi sed hezar pêşmergeyan ve çekên xwe dadinin. Bi vî şêwey PKK dibe bersivek ji bo vê jî.”

 

Hesen Cûdî axaftina xwe wiha domand; “Gelek dijminên PKK’ê hene û bi komployekî navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan ku 35 welatên cîhanê têde cih girtin, vê rastiyê derdixe holê. Ji bo wê jî heya niha gelek pirtûk û lêkolîn li ser vê partiyê hatine çapkirin, lê têde gelek rastî û heqîqet nehatine gotin. Ji ber bi başî ne nivîsîne. Divê dijmin û dostên PKK’ê rastî û duristiya vê partiyê binasin. Di beşek vê pirtûkê de bi berfirehî li ser vê hatiye axaftin.”

 

Hesen Cûdî di dawiya axaftina xwe de got; “Nêrîn û felsefeya PKK’ê ji bo dîrok, dewlet, azadî, wekhevî, civak, pirsgirêka jinan, tevahî çînên nava civakê ku gelek nêrînên cûda hene. Di heman demê de qala çend kêmaniyên vê partiyê bi çend bûyeran hatine kirin. Ev jî wisa dike ku xwandevan rastiyan bi ciwanî têbigehe. Zêdetir hewldana bi destxistina zanyarî û van bûyeran bide û bi tenê xwendina vê pirtûkê re nemîne. Hewldanên xwe berfireh bike li ser xwendina der barê Partiya Karkerên Kurdistanê de.”

 

Di dawiyê de jî semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : [email protected]
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin